Pêşmergeyên Roj diçin rojhilatê Firatê

Hat ragihandin ku bi sedema Amerîka çekdarên YPG ê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê qebûl nake, Amerîka li çareyeka dinê digere.

16.12.2018, Paz - 15:09

Pêşmergeyên Roj diçin rojhilatê Firatê
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyeka ku ji BasNewsê re gotiye, wê pêşmergeyên Roj li rojihilatê Firat û ser sînor bên bicîhkirin. Amerîka naxwaze ku dev ji YPGê berde lê li çareyeka dinê digere.

Pêşmergeyên Roj bi temamî ji Kurdên rojava pêk tên û di bin fermana wezareta pêşmerge ya Kurdistanê de, ji aliyê Amerîka de hatine perwerdekirin. Li gor ragihandina ku tê kirin, wê di nava çend rojan de, yekîneyên ewilî yên Roj ê wê derbasî rojava bibin û jimara wan li dora 400 pêşmergeyan be.

Li gor çavkaniyan; wê pêşmergeyên Roj ew deverên ku îhtîmal heye di navbera YPG û leşkerên Tirkiyê de şer çêbibe, bo wan dernan wê bên şandin. Îhtîmal heye ku Tirkiye vê mijarê bi xweşbînî qebûl bike. Bi vê çareserya han nema Tirkiye karibe bêje, we terorîstan daniye ser sînorên wan.

Pêşmergeyên Roj li dijî DAİŞê jî hatibûn perwerdekirin û di gelek cepheyan de bi DAİŞê re şer kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:20:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x