Endamekî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Xalid Elî dibêje PKK lîstikeke îdeolojîk bi Kurdên Sûriyê re dilîze, wisa dike ku şerê Tirkiyê dike lêbelê ew û Rojavayê Kurdistanê radestî Tirkiyê dike.
Endamê ENKSê Xalid Elî ji BasNewsê re got, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne û armanca vê qonaxê kontrolkirina Minbiç û TelRefet li bakurê Sûriyê ye ku %90 xaka Rojavayê Kurdistanê ne.
Herwiha Xalid Elî dibêje: “Rêkeftinek di navbera Amerîka û Tirkiyê, Rûsya û Tirkiyê de, bi amadebûna Mazlûm Ebdî, fermandarê hêzên Heşda Şeibî heye, ku derfetê dide Tirkiyê ku derkeve pêş, bi taybetî di rewşa niha de, Tirkiyê rêkeftina xwe cîbicî dike. Armancên li Rojavayê Kurdistanê gav bi gav bi zanebûna PKKê ye.Yekane çareserî ji holê rakirina hinceta Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê, hebûna PKKê û têgihîştina kurdên Sûriyeyê ye ku divê ji bo mafên xwe şer bikin. Ne weke ku PKK dixwaze, ji aliyekî ve di medyaya xwe de gel bi awayekî îdeolojîk teşwîq dike ku li dijî Tirkiyeyê şer bikin û ji aliyê din ve jî haydar e û berpirsyar e ku gav bi gav van herêman radestî Tirkiyeyê bike."
Herwiha Xalid Elî tekez kir ku Tirkiye bi ciddî ye li ser avakirina kembereke ewlehiyê bi kûrahiya 30 kîlometran li bakurê Sûriyê, heta rêya ku bi navê A4 tê naskirin, ku ji Qamişlo digihe Helebê, ku hema hema tevahiya Rojavayê Kurdistanê ye.
Di berdewamiyê jî de Xalid Elî dibêje: “PKK ji destpêkê ve bi rêkeftina di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi armanca têkbirina şoreşa Sûriyê û parçekirina kurdan hat Rojavayê Kurdistanê û bi kurdan re ku armanca wan bidestxistina mafên xwe li Sûriyê ye, lîstikeke pir xerab dilîze. Lêbelê ew veguherandiye
Ligor Xalid Elî hebûna PKK li Kurdistana Sûriyê nahêle kurd bigihêjin mafên xwe û ti destkeftên paşerojê çênebin, ji ber vê yekê tekane çareserî derxistina PKK ji Rojavayê Kurdistanê ye, da ku Kurdên wê beşê Kurdistanê karibin bigihêjin mafên xwe. Ji nîvî zêdetir koçber dibin û nîvê din jî di nav jiyaneke dijwar û şer de tên kuştin û wêrankirin.