PKKê hêzek taybet bo çek kirina zarok û xortên herêma Kurdistanê ava kir!

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê hêzek bi armanc kirina çekdar kirina zarok û ciwanên başûrê Kurdistanê ava kir.

27.06.2019, Per - 10:19

PKKê hêzek taybet bo çek kirina zarok û xortên herêma Kurdistanê ava kir!
Nuçe Belav bike

Çapemeniya fermî ya PKKê tomarekî videoyî belav kir û avabûna hêzeke nû ya bi navê Hêzên Parastina Cewherî ya Başûrê Kurdistanê ragehand.

Li gor zanyariyên basnewsê ew hêz, wek hemû hêzên din ên PKKê ser bi HPGê (Hêzên Parastina Gel) ve ye û bi rêya wê ve zêdetir kar dê bike bo çekdar kirina zarok û ciwanên herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên başûrê Kurdistanê.

Berî naha serokê lijneya navxwe û asayîşê li encûmena parêzgeha Silêmaniyê Berzan Hamid ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em agahdarin ku zarokên bin 18 salî çûne nav rêzên PKKê, lê tişta bo me nîgeraniyê çêdike, ew kesên ku peyvendiyê bi rêzên PKKê ve çêdikin, bin 18 salî de ne. Li gor yasa ti partiyek mafê wê tineye kesên bin 18 salî bi çek bike û bê razîbûna dayîk û bavê wan zarokan rêbikin cîhên taybet û hestyar û bidin şer kirin.’’

Herwaha got, her malbabetekî sînorê parêzgeha Silêmaniyê, eger zarokê wan ji aliyê PKKê ve hatibe birin, ‘’Ya baş ewe dozê vekin, ji ber em bixwe pêdaçûna cîdî li ser dikin û daxwazê li saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê dikin, ku rê li karê wisa bigrin, ji ber ew tiştekî ku ji aliyê yasayê ve jê re rê nayê dayîn e.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:18:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x