Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, pêşmergeyên Rojava dê vegerên Kurdistana Rojava û PKK û PYD jî dê baca siyaseta xwe ya xelet bidin.
Rojnameya amerîkî ya Washington Post, di heyama çend rojên borî de raportek belav kiribû û dabû zanîn ku serokê berê yê Amerîka Barack Obama, çend rojan beriya ku serokatiya wî xilas bibe, dixwast ji bona şerê azadkirina Reqayê, çek û cebilxanê bide YPGê lê serokê nû yê Amerîka Donald Trump ew biryar betal kir.
Di raporta Washington Postê de hatibû gotin ku çekdarkirina wê hêza kurdî, xeternak e ji ber ku ew hêz bi PKKê re têkildar e, PKK jî li ba Tirkiye Amerîka rêxistineka terorîstî ye.
Ji aliyekî din, heftenameya Bas ji zarê jêderekî agahdar eşkere kiriye ku pêşmergeyên Rojava ku wek “Leşkerê Roj” tê nasîn, xwe amade dike derbasî Kurdistana Rojava bibin, bo wê jî li hêviya gulopa kesk a Amerîka û xilasbûna şerê Mûsilê ne. Çimkî beşek mezin ji pêşmergeyên Rojava li kêleka pêşmergeyên Başûr tevlî şerê DAIŞê bûne.
Yek ji fermandeyên Leşkerê Roj bi navê Dilovan Rûbar ji Basê re gotiye ku ew amade ne vegerin Sûriyê ji ber wê jî li benda rizamendiya Amerîka ne.
Dilovan Rûbar daye zanîn ku roj bi roj hejmara wan zêde dibe û di demek kurt de bi hezaran xortên Sûrî tevlî wan bûne û tevlîbûn heta niha jî didome.
Leşkerê Roj di şerê Şingalê de di şerê deverên Zûmar û deverên din ên Kurdistanî rola xwe lîst û li kêleka Pêşmergeyên Başûr û Amerîk li dijî terorîstan şer kir.