PYDê bang li ENKSê kir: Vegerin Rojavayê Kurdistanê

Serkirdeyê TEV-DEM û PYDê Aldar Xelîl ragihand, ku ew amade ne rêkevtinê li gel ENKSê bikin û daxwaz ji partiyên ENKSê kir, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û dest bi xebata xwe bikin.

24.12.2016, Cts - 06:50

PYDê bang li ENKSê kir: Vegerin Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Îro roja înê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, 14emîn kongreya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê (PÇK-S) birêve çû.

Di kongreya PÇK-Sê de ji bilî endam û serkirdeyên wê partiyê, berpirs û serkirdeyên partiyên nav TEV-DEMê û herwiha yên beşdar di Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de jî beşdar bûn.

Serkirdeyê pilebilindê Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl jî di vê kongreyê de amade bû û têde gotarek pêşkêş kir.

Aldar Xelîl di gotara xwe de behsa pêşhatên li Sûriyê û deverê kir û ragihand, ku pêwîst e li gel pêşhatên ku bilez li herêmê çê dibin, aliyên kurdî jî xwe berhev bikin û bi hev re rûnin.

Xelîl got: “Pêwîstiya me jî bi wê heye, ku em tev bên gel hev û hesabê xwe û nêrînên xwe bi hev re gotûbêj bikin. Ew helwestên dijiminane û ketina nav cebheya dijminê şoreşa Rojava, gerek em bizanin ku bi kêrî me nayê û ne di xêra gelê me de ye.”

Xelîl bêyî ku navê ti partiyan bîne, behsa partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, yên ku hevpeymanê Dijbereya Sûriyê ne jî kir û got, hin partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hesabên şaş ji xwe re kiribûn û tevli dijbereyê bibûn, lê belê bi gotina wî, derket ku ew hêzên dijbereyê şikestin xwarin û bi pêwîst da zanîn, ku ew partî li xwe vegerin û pêdeçûnê bi helwesta xwe de bikin û vegerin nav refa hêzên kurdî.

Xelîl herwiha diyar kir, ku eger ew partiyên ku li gor gotina wî, dê her di nav refên dijmin de bimînin û li gorî gotina wî, li dijî YPG û şoreşa Rojava çalakiyan bikin, eger ew wek desthilat qebûl bikin, gel wê yekê ji wan qebûl nake.

Serkirdeyê TEV-DEMê wiha axivî:

“Eger heta niha hin partiyên me yên kurd wisa hesab dikirn, ku li ser wan beşên bi navê dijbereyê wiha hesab dikirin, ku ew dê biserkevin û bi rêya wan re dê di nav rêveberiya Sûriyê de cihê xwe bigirin, em dibêjin ew şikestin, neman û tinebûn. Eger tu dê vegerî û dest ji vê cebheya dujmin berdî û vegerî, derî ji we re vekirî ye, û … em dikarin bi hev re rûnin û gengeşeyê bikin. Eger jî tu dê di nav refên dujmin de bî û 24 saetan li dijî şoreşa Rojava xebatê bikî, û tu dê herî li welatên biyanî, meş û mîtîngan bikî, û tu bêjî YPG terorîst e, PYD terorîst e, YPG DAIŞ e, eger tu dirûşmên bi vî awayî dibêjî, em qebûl bikin, milletê me qebûl nake.”

Aldar Xelîl bi awayekê nerasterast bang li partiyên nav ENKSê kir, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û ragihand, ku eger ew partî vegerin, derî ji wan re vekiriye,

Xelîl herwiha tekez kir, ku ew partiyên li derve ne, dikarin vegerin û li Rojava bibin dibere û aşkera jî kir, ku ew dikarin bi wan partiyan re rûnin, gotûbêjan bikin û li gel wan rêkevtinê jî bikin.

Aldar Xelîl li ser vê mijarê wiha got:

“Eger hûn dixwazin bibin dijbereyeke demokratîk, derî vekirî ye. Bibin dijbere û helwest û nêrînên xwe yên cuda bîne ziman, lê dujminatiya îradeya vî gelî neke, dujminatiya keda ku hatiye kirin, neke.

Ew partiyên ku bi hin aliyên din re ne, ku ne beşek ji wan in, Rojavayê Kurdistanê welatê we ye jî, werin Rojavayê Kurdistanê, xebatên xwe bikin û em dikarin bi hev re rêkevtinê jî bikin.”

Banga Aldar Xelîl ji bo vegera partiyên ENKSê bo Rojavayê Kurdistanê û amajekirin bi egera rêkevtinê di navbera PYD û ENKSê de, di demekê de ye, ku çend serkirde û berpirsên ENKSê û partiyên endamên vê encumenê ji aliyê asayişa Rêveberiya Xweser ve hatine girtin û hêj di girtîgehên vê rêveberiyê de ne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1856 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x