Li Rojava hêzên PYDê û asayîşê bi dehan endamên partiyên siyasî desteser kirin. Li Kobaniyê 10 û li Efrînê jî Endamê Serkirdetiya ENKSê Ebdurehman Apo jî di nav de bi dehan kes de desteser kirin.
Hêzên Biêveberiya Xweser li Qamişlo, Dêrik, Dirbesiyê û Serêkaniyê girt ser nivîsîngehên partiyên siyasî.
Li gorî nûçeya Rûdawê, di van bûyeran de nivîsîngeh hatine şewitandin û têkbirin. Herwiha 20 endamên ENKS û PDK-Sê ji aliyên êrişkaran ve hatine desteserkirin.
Hêzên asayîşa PYDê û YPGê li Serêkaniyê gef li endamên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) xwarine û ji wan xwestiye ku dest ji partiyên xwe berdin. Herwiha li gelek deveran jî PYDê bang li alîgirên xwe kiriye da ku li dijî PDK û pêşmergeyan xwenîşandanan bikin.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê Muhsin Tahir ji Rûdawê re ragihand; "Li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê êrîşkarên ser bi Rêveberiya Xwesr êrîşî baregahên partiyên nav ENKSê kirin, Ala Kurdistanê li ser banê banegahan anîne xwarê."
Herwiha li gorÎ heman nûçeyê, endamên PYDê bi otomobîlan li nav kolanên bajaran geriyane û daxwaz ji xelkê kiriye da ku li dijî ENKSê derbikevin kolanan.
Hîn birêveberiya xweser û asayîşê jî derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
Hêjayî gotinê ye ku ev bûyer di demeke wiha de tên ku berî du rojan şer di navbera YBŞê ya bi girêdayî PKKê dihesibe û Pêşmergeyên Roj ên girêdayî ENKSê de derketibû û di encamên de kuştî û birîndar çêbûbûn.