Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand, di heyama çend rojên borî de gelek kes li bajarê Kobanî yê Kurdistana Rojava ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin.
Endamê rêveberiya PDK-Sê Seîd Omer ji BasNewsê re got, hêzên PYDê li Kobanî dest bi girtina xortan kirine û wan bi zorê dibin şer û serbaziyê.
Seîd Omer her wiha got, PYD hinek çekdarên xwe bi kincên sivîl xistiye nav bajêr û xortan digirin û bi zorê tevlî YPGê dikin û piştî ku çend rojan perwerde kirin, dişînin şer.
Wî berpirsê PDK-Sê da zanîn ku heta niha 400 xort li Kobanî ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin û bi zorê tevlî YPGê hatine kirin û got, em ji PYDê dixwazin dest ji vê siyaseta xwe ya xelet hilde û êdî zilmê li xelkê neke.
Seîd Omer bang li sazî û dezgehên mafên mirov yên navdewletî jî kir li hember zilma PYDê bêdeng nemînin.