PYDê navê 100 salî yê Rojava rakir û kir Bakûrê Sûriyê

Pisporê Rojavayê Kurdistanê Dr. Elî Mîranî dibêje, guhertina navê Rojavayê Kurdistanê û danîna peyva “Bakûrê Sûriyê” li dewsa wê, edebyat û karê Partiya Beis e û ew yek ziyaneke mezin dighîne xebata gelê Kurd.

06.01.2017, Cum - 13:20

PYDê navê 100 salî yê Rojava rakir û kir Bakûrê Sûriyê
Nuçe Belav bike

Dr. Elî Mîranî ji malpera fermî ya PDKê re li ser rakirina peyva “Rojava” ji nav sîstema rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve gotiye, guhertina navê Rojavayê Kurdistanê û danîna peyva “Bakûrê Sûriyê” li dewsa wê, li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê tiştekî pir xerab bû. Di meha Tebaxê de serkirdeyê PKKê Reza Altûn ragihandibû ku hebûna navê Rojavayê Kurdistanê tiştekî zêde ye û kurdên Sûriyê wî navî naxwazin lewma pêwîst e bê guhertin!

Dr. Mîranî her wiha gotiye, Tişta ku beriya çend rojan ji aliyê PYDê ve li Rojavayê Kurdistanê çêbû, heman gotina wî serkirdeyê PKKê bû. Em baş dizanin PYD kî ye û PKK jî fermanan ji hinek aliyên din werdigire.

Wî pisporê Rojavayê Kurdistanê daye xuyakirin ku Partiya Beis a Iraqê ji Başûrê Kurdistanê re digot bakûrê Iraqê, helbet ew yek tenê edebiyata partiya Beis û şovenîstên Ereb e. Brîtanya beriya 100 salan ji wî perçeyê Kurdistanê re gotiye Rojavayê Kurdistanê, lê piştî 100 salan PKKê navê wê diguhere û dike bakûrê Sûriyê!

Dr. Elî Mîranî amaje bi wan şervanên ku di li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne jî kiriye û gotiye, 8 hezar ciwanên Rojavayê Kurdistanê heta niha şehîd ketine, lê PKKê li wir ti sûd û mifayek ji vê derfeta dîrokî wernegirtiye. Mixabin Rojavayê Kurdistanê nikarî sûdê ji siyaset û ezmûna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê werbigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:21:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x