Qamışlo: Droneke Tirkiyeyê êriş kir… 2 kesan canê xwe ji dest da

Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir. Ji ber êrişê 2 kesan canê xwe ji dest daye.

05.10.2024, Cts - 10:38

Qamışlo: Droneke Tirkiyeyê êriş kir… 2 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Asayişa Rêveberiya Xwesera Rojavayê Kurdistanê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di bombebarana droneke Tirkiyeyê de jin û mêrekî canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyê dronê destpêkê otomobîl bombebaran kiriye û di encamê de otomobîl ji rê derketiye.

Piştre dronê bombeyek avêtiyê otomobîlê û di encamê de jin û mêrekî ku di otomobîlê de bûne canê xwe ji dest daye.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê ewlehî û jiyana welatiyan dixin metirsiyê û Tirkiye peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 54 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:09:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x