QSD: Hemû rê ji reva DAÎŞ'îşiyan re hatiye girtin

Fermandar Rojda Felat dide xuyakirin ku, li 4 taxên bajarê Reqayê, di encama şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD û çekdarên DAIŞê de, 32 çekdar hatinê kuştin. Li du taxan jî şer hîn didome.

12.08.2017, Cts - 10:15

QSD: Hemû rê ji reva DAÎŞ'îşiyan re hatiye girtin
Nuçe Belav bike

Fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rojda Felat ragihand ku, di çarçoveya wê pêngavê de, heta niha 12 tax hatine rizgarkirin û duh danê nîvro jî taxên Nezlit Şihadê û Hîşam Bin Ebdulmelik ên ku dikevin başûrê bajêr, hatin rizgarkirin.

Şervanên HSDê bi vî awayî li herdû çeperên şer ên rojava û rojhilat gihiştin hev. Şervanên HSDê bi vî awayî hemû rêyên revê li pêşiya çekdarên DAIŞê ji bajarê Reqayê girtin.

Di vê derbarê de fermandara QSDê Rojda Felat daxuyaniyek belav kir û got: “Ev roja me ya 66emîn e. Heta niha 10 tax hatibûne rizgarkirin. Îro 2 taxên din jî bi temamî hatine rizgarkirin. Ev herdu tax ji bo me giring bûn. Hêzên me gihiştine hev. Rizgarkirina van taxan ji çeteyan re debeyeke giran e.”

Li gorî QSD û çavkaniyên xwecihî, ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê heta niha ji sedî 60ê bajarê Reqayê ji dest DAIŞê hatiye derxistin. Bi giştî 312 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha 106 şervanên HSDê şehîd bûne.

Li aliyê din, tîmên taybet ên QSDê hejmareke mezin ê sivîlan rizgar kirine û ew li deverên ewle bicih kirine. Di heman demê de tîmên pizîşkî sivîlên birîndar derman kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:37:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x