QSD: Tirkiye û ASA amadekariyê dikin ku êrîşê Minbicê bikin

Amerîka ji bo Tirkiye nikaribe êrîşê Minbicê bike, li Minbicê baregeheke leşkerî ava kir. Rayedarekî payebilind ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)bo Sputnikê diyar kir ku Amerîkayê soz daye ku ew ê Minbicê li dijî êrîşên Tirkiyeyê biparêzin û got leşkerên Amerîkayê bo êrîş li Minbicê nebe bi wesayitên xwe yên zirxî li rojava û bakurê Minbicê dipên.

28.02.2017, Sal - 14:02

QSD: Tirkiye û ASA amadekariyê dikin ku êrîşê Minbicê bikin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine girtin Amerîka ji bo pêşiyê li êrîşên Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bigirin leşkeran, çekên giran û wesayitên zirxî sewq dike. Amerîka ji bo êrîşan asteng bike, li Minbica di destê HSDê de baregeheke leşkerî ava kir û li rojava û bakurê Minbicê leşkerên xwe bi cih kirin.

Rayedarekî payebilindê HSDê li ser bergiriyên ku Amerîkayê li Minbicê girtine, ji Sputnikê re axivî.

Rayedarê HSDê diyar kir ku Amerîka ji bo pêşiyê li êrîşên Tirkiye û ASAyê yên li dijî Minbicê bigire, hewildaneke mezin dide û ev tişt gotin: "Tirkiye û ASA ji bo êrîşê Minbicê bikin, amadehiyeke xurt dikin. Li hemberî van amadehiyan em jî amadehiyên xwe dikin û em hevkarê xwe Amerîkayê re diaxivin. Gava em bi rayedarên leşkerî yên Amerîkayê re dicivin, em ji wan re behsa metirisya Tirkiyeyê ya li ser Minbicê dikin."

Wî rayedarê HSDê di derbarê mijarê de wiha berdewam kir: "Hefteya borî me li başûrê Girê Spî bi Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel re hevdîtinek pêk anî. Me di hevdîtinê de behsa gefên Tirkiye yên ji bo êrîşkirina Minbicê kir. Me ji wan re ragihand ku ger êrîşê Minbicê bikin, em ê operasyona xwe ya Reqqayê bidin rawestandin û em ê hêzên xwe sewqê Minbicê bikin. Votel jî ji me re got ji bo êrîş bi ser Minbicê de nebe, çi ji destê me were, em ê bikin. Her wiha ji me re got, ji bo ku êrîş nebe ew ê bi rayedarên Tirkiyeyê re jî hevdîtinan pêk bînin."

Rayedarê payebilind ê HSDê diyar kir ku Votel gotiye ew ê ji bo vê yekê leşkerên xwe yên li Minbicê zêde bikin û wiha axivî: "Votel ji me re got, ew ê li Minbicê hejmara leşkerên Amerîkayê zêde bikin û ew ê çekên giran û tankan sewqê herêmê bikin. Piştî hevdîtina li gel Votel Amerîkayê ji bo pêşiyê li êrîşên Tirkiyeyê bigire li Minbicê baregeheke leşkerî ava kir û ala xwe bi baregehê ve daliqand. Bi daliqandina ala xwe dixwaze ji Tirkiyeyê re bibêje, ez li vir im, tu nikarî êrîşê vir bikî."

Wî HSDyî da zanîn ku leşkerên Amerîkayê niha li rojava û bakurê Minbicê nobetê dipên û got, "Leşkerên Amerîkayê bi wesayitên xwe wê li rojava û bakurê Minbicê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê nobetê bipên. Wesayitên zirxî yên Amerîkayê bi alayên Amerîkayê niha li bakurê Minbicê hatine bicihkirin. Leşkerên Amerîkayê li rojavayê Minbicê jî hatine bicihkirin. Amerîkayê duh jî tank û wesayitên zirxî şandin Minbicê. Rayedarên Amerîkayî soz dan me ku Minbic wê di bin parastina hêzên hevpeymanê de be û ew ê bajêr li dijî êrîşAn biparêzin."

Hikmet Durgun / Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x