Li gorî daneyên Ajansa Sînor a Ewropayê Frontex, hejmara Kurdên ku dixwazin ji Rojava û Sûriyeyê koçî Ewropayê bikin, îsal li gorî par 6 qat zêde bûye.
Baran Remezan kurdekî 38 salî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Çend hefteyek bû ligel koçberên din li bajarê Wehran li peravên Cezaîrê xwe veşartibû û li benda derfetekê bû daku bi belemekê bi rêya Deryaya Spî biçe Ewropayê.
Çend roj berî dest bi geşta xwe bike, nûçeya wê yekê gehiştiye ku belemeke koçberan ku hinek hevalên wî hilgirtibûn, piştî peravên Cezaîrê bicîh dihêle her zû niqûm dibe û piraniya kesên di nav de jî xeniqîbûn. Baran bi wê nûçeyê şok bû, ji ber çend hefte di rê de derbaskirin heta ji Sûriyê bigihe Cezaîrê û piştre mehekê li benda qeçaxçiyek be heta biçe nav belema wî.
“Êdî veger nîne”
Li piştî bi hezaran dolar di geşta xwe de xerc kirine û ligel hevjîn û keçên xwe yên 4 sal û 3 salî rêya koçê dane pêşiya xwe, hêj nû veger zehmet e. Ew niha hêvî dikin dûrî şer û milmilaneyê jiyana xwe berdewam bikin. Bi belemeke biçûk a masîgirtinê ligel dehan kesên din li belemeke biçûk a masigirtinê siwar bûne û selfieyek ligel grûpê kişand daku bo malbatên xwe bişînin berî ku xeta wan a internetê nemîne.
Piştî 12 demjimêr geşta bi şevê, Baran 15ê Cotmehê rêya ber bi bajarê Almeria da pêşiya xwe. Çar roj piştre bi firokeyê gehişte Almanya, li wî welatî niha bûye penaxwaz û li cihekî niştecihbûna koçberan li nêzîkê Bielefeld rûdinê. Ew fêrî hewaya sar a welatê xwe yê nû bûye, eplîkeyşina wergêranê di mobaîla xwe de bikar tîne daku di fêrbûna zimanê Almanî de hevkariya wî bike. Ew hêvî dike di van nêzîkan de dosyeya wî bê yekalîkirin û ew malbata xwe hevbigrin.
Li gor Rêxistina Koça Navdewletî, ji destpêka îsal ve, bi kêmanî 246 koçber dema xwestine di rojavayê Derya Spî re derbasî Ewropayê binin, wenda bûne. Baran û malbata wî yek ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê ne ku rêya Ewropayê dane pêşiya xwe. Bi rêyeke zîvronek a bi otomobîl û firokeyê dest bi geşta xwe dikin û di welatên Lubnan, Misir, Lîbya û Cezaîrê re diçin.
Di dawî de bi belemê xwe dighînin Îspanyayê. Koçber dibêjin, vê rêya bazneyê hildibijêrin ji ber ditirsin ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li navçeyên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bên girtin eger hewl bidin derbasî nav Tirkiyê bibin, ew jî rêya herî raste rast e ber bi Ewropayê.
Li gor Ajansa Parastina Sînorên Deryayî ya Yekîtiya Ewropayê (Frontex), ji destpêka sala 2022an de, herî kêm 591 kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji Cezaîr û Mexrîbê rêya Deryaya Spî dane pêşiya xwe heta gehiştine Îspanyayê. Hejmar li gor sala 2021an şeş qat zêde bûye.
Qaçaxçiyekî Kurd Li Cezaîrê
Qeçaxçiyekî Kurd ê xelkê Rojavayê Kurdistanê ji Cezaîrê ji Ajansa Associated Press a Amerîkî re gotiye, heftana bi dehan Kurd ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dighin bajarê Wehran ê li bakurê Cezaîrê daku bi rêya deryayê derbasî Ewropayê bibin. Qeçaxçiyê ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin dibêje: “Min qet berê hejmareke hewqasî zêde ya koçberan nedîtiye.”
Zêdeyî 11 sal dibe şer, milmilane û krîza aborî bandoreke zêde li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê kiriye ku nêzîka 3 milyon kes di jêr hikûmraniya defakto ya hêzên Kurdî de ne. Netweyên Yekbûyî dibêje, guherîna keşûhewayê û kûrbûna hejariyê, di çend mehên borî de, bûye sedema belavbûna nexweşiya kolerayê.
Hevawayê Baran, beşeke zêde ya wan kesên koç dikin, xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne, ew bajarê ku heft sal berî niha li beramber êrîşên DAIŞê berxwedan kir û bû manşeta rojnameyên cîhanî. Heta niha jî gelek caran wek “Stalingrada Kurdî” tê binav kirin.
Profesorê Enstîtuya Zanîngeha Ewropayê li Florence ya Îtalya Joseph Daher dibêje: “Bajarok wêran maye û ji wê demê ve karê zêde bo avakirinê nehatiye kirin. Ew pereyên bo bajarok jî hatine veqetandin, li bajarên din hatine xerckirin.”
Êrîşên Tirkiyê û koçkirina welatiyan
Pêşveçûnên vê dawiyê û êrîşên Tirkiyê bûne sedem ku hejmareke zêdetir a xelkê ji Rojavayê Kurdistanê koç bikin. Roja 13ê Mijdara 2022an, teqînek li Cadeya Îstiklal a navçeya Beyoglu ya Stenbolê çêbû û di encam de şeş kesan canê xwe ji dest dan û 81 kesên din jî birîndar bûn. Rojek piştre Tirkiyê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêkanîna wê teqînê tohmetbar kir û got: “PKK ji wê teqînê berpirs bû.” Piştre jî ragihand ku fermana teqînê “Ji Kobanî hatiye dayîn”, tohmetek ku her zû ji aliyê YPG, HSD û PKKê ve hat redkirin.
Piştre roja 20ê Mijdara 2022an artêşa Tirkiyê dest bi bombebaran û topbarankirina Rojavayê Kurdistanê û çend navçeyên din ên jêr desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kir û operasyoneke nû bi navê “Pence-Şûr” ragihand. Serokkomarê Tirkiyê bi awayekî berdewam gefa êrîşeke bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.
Ji sala 2016an ve bi hevkariya hêzên nêzîkê xwe Tirkiyê du operasyon li navçeyên jêr desthilata Rêveberiya Xweser kirine. Destpêka sala 2018an Tirkiye û çekdarên girêdayî wê operasyonek bi navê “Çiqlê Zeytûnê” kir û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin, Cotmeha 2019an jî wan hêzan êrîşî sînorên Serê Kaniyê û Girê Spî kirin û ew jî dagîr kirin. Van êrîşan jî wiha kir ku jiyana xelkê sivîl li wan navçeyan xirabtir bibe û dest bi koçê bikin.
Rêya koçê ji ku destpê dike û digihe ku?
Bozan Şahîn endazyarekî xelkê Kobanî ye. Behsa êrîşên Tirkiyê yên meha borî bo ser navçeyên wan dike û dibêje: “Min dayîka xwe dît ji tira dilerizî dema xwîşka min a çar salî jîr dikir.” Niha Şahîn dixwaze bighe pêla wan Kurdên ku Rojavayê Kurdistanê ber bi Ewropayê bicîh dihêlin. Şahîn dibêje: “Hinek hevalên min hene rêyek dîtine daku bi rêya qeçaxçiyekî bighin Lubnanê û piştre bi rêya Lîbyayê biçin cihekî. Ez hemû hûrgiliyan nizanim, lê hewl didin bizanim çawa dikarin wê geştê bi silametî bikim.”
Ajansa Associated Pressê di raporteke lêkolînvanî de li ser zimanê koçber û qeçaxçiyan dibêje: “Operasyona ku çend hefteyan berdewam dike û bi hezaran dolar tên xerckirin, ji aliyê toreke qeçaxçiyan vê tê birêvebirin û bertîlê didin serbazên Sûriyê daku di xalên pişkinînê re derbas bibin û piştre li ser sînor rêyekê bibînin heta xwe bighînin nav axa Lubnanê.”
Li wê derê koçber “bo dema hefteyekê” bi awayekî normal di nav apartmanên qerebalix ên Beyrutê de dimînin û ji Balyozxaneya Sûriyê li benda “Paseporta Bilez” in ku bi rêya qeçaxçiyan bo wan tê organîzekirin. Ew koçber bi paseportê diçin Misrê, ji ber xwediyên paseportên Sûrî dikarin bê vîze biçin wî welatî, piştre bi geşteke din diçin bajarê Binxazî yê Lîbyayê, berî ku ligel toreke din a qeçaxçiyan dest bi geşteke di a bo Cezaîrê bikin.
Baran Remezan derbarê wê rêyê de dibêje: “Qeçaxçiyan em bi cîb û otomobîlan bi rêya Trablusê û rêya peravan di nav Lîbyayê re dibirin û her 500 kîlometre yan zêdetir otomobîlek diguhert.” Di geşta xwe ya nav çolistanê de divabî wan xalên pişkinînê derbas bikin ku ji aliyê grûpên çekdar ve tên kontrolkirin.
Baran dibêje: “Hinek zêrevanên bazgehan dema dizanîn em Sûriyeyî ne, bi awayekî bêrehm ligel me danûstandin dikirin, pere û telefonên me dibirin, na jî neçar dikirin ku bo dema çend demjimêran li ber germê rawestin. Herwiha grûpeke çekdar ew grûpa koçberan revandin ku berî me çûbûn û daxwaza 36 hezar dolar ji wan dikirin daku wan azad bikin.”
Wê dema digihe bajarê Wehran ê Cezaîrê, tê ser xwe û diçe apartmanekê ku qeçaxçî birêve dibin. Li wîr Aram û koçberên din, wek ew bi xwe dibêje, piraniya demên xwe li hundir derbas kirine. Ew koçberê Kurd dibêje: “Me nedikarî bi awayekî azad li nav bajarê Wehran bigerin, ji ber hêzên emnî li hemû cihekî ne û em jî bi awayekî yasayî neçûbûn nav wî welatî. Ji xeynî wê jî bajar tejî çete bû ku pereyên koçberan didizîn.”
Di nav poşmanî û hêviyê de
Rêxistinên Mafên Mirov desthilatdarên Cezaîrî bi desteserkirina koçberan û derxistina wan ji nav sînorê wî welatî tohmetbar dikin. Li gor Ajansa Penaberan a ser bi Netweyên Yekbûyî, di nîvê yekem ê sala 2021an de Cezaîrê zêdeyî 13 hezar koçber ber bi Nîjeryaya cîran dersînor kirine.
Ligel ku bi gehiştine Almanya û anîna hevjîn û keçên xwe bo wê derê kêfxweş bûye, lê aram hest bi poşmaniyê dike ku Kobaniya cih û warên bav û napîrên xwe bicîh hiştiye. Aram dibêje: “Her tim ez li dijî fikra koçkirin a koçberiyê bûm. Her dema neçar dibûn ji ber şer biçin navçeyeke din, her dema derfet çêdibû em vedigeriyan Kobanî.”
Koçberê Kurd niha piraniya demên xwe di hevdîtinên penaxwazî û rûniştinên dadgehê de derbas dike, lê wek ew bi xwe dibêje, ji nû dest bi proseyekê kiriye ku çend meh berî niha xewn pê ve didîtin. Ew hêvî dike di van nêzîkan mafê penaberiyê bidinê daku hevjîn û keçên wî bikaribin li Ewropayî bighin hev.