Rêdûr Xelîl: Dixwazin YPG'ê bixwin lîsteya terorê

Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku helwesta Serokê Şandeya Dijber ê Suriyê li Astanayê Mihemed Elûş derberê xistina navê YPG'ê ji lîsteya terorê, nîşaneya kîna wî ya li hember gelê Kurd e.

27.01.2017, Cum - 09:33

Rêdûr Xelîl: Dixwazin YPG'ê bixwin lîsteya terorê
Nuçe Belav bike

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl ji ber têkildarî hewldanên Serokê Şandeya Dijberan a Astanayê Mihemed Elûş a derbarê xistina navê YPG'ê ji lîsteya terorê, daxuyaniyek weşand.

Rêdûr Xelîl di daxuyaniya xwe de weha got:

"Serokê Şandeya Dijberan ê ku beşdarî civîna Astanayê bû Mihemed Elûş kîna xwe ya li hember gelê kurd û Yekîneyên Parastina Gel, herwiha destkeftiyên ku li Bakurê Sûriyê hatine qezenckirin, veneşart û nîşan da. Bi vexwendineke ji istixbarata Tirkiyê, hewl dide ku hêzên me wekî rêxistina DIŞIê ya terorîst bixe lîsteya terorê de."

Xelîl di dewama daxuyaniyê de bertek da Elûş û alîgirên wî û got beriya DIŞI derkeve, Elûş û kesên ku li derdora wî kom bûne, di sala 2012an de bi alîkariya Cephet El-Nusra êrişî bajarê Serêkaniyê kirine û ala herêma Kurdistanê li pêşberî her kesî binpê kirine.

Herwiha çend salan li pey hev Efrîn xistin dorpêçê û li aliyekî din jî taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û êrişî gelên li wir kirin.

Eluş berê jî kîna xwe li hember YPG'e nîşan kiribu. Gava Koalîsyona Surîyê bi Kurdan ra lihevhat Eluş bertek da wan û gotibu: "Koalîsyon bu Kurdan peymanek bixeter îmza kirin."

Kurdistantv
Vî nûçeyê tevayî: 931 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:57:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x