Reşnivîsa destûra ENKSê bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê

Reşnivîsa projeya destûra Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê amade kiriye, û ji 115 madeyan pêk tê.

07.01.2017, Cts - 21:04

Reşnivîsa destûra ENKSê bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Di nusxeyeke reşnivîsa wê destûrê de ku bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê di pêşerojê de hatiye amadekirin, ENKS daxwaza sîstema federaliyê bo Rojavayê Kurdistanê dike.

Herwiha ala netewî ya Kurdistanê, ku ji rengên sor, spî û kesk û rojek bi rengê zer di nîveka alê de pêk tê, weke Ala Rojavayê Kurdistanê hatiye diyarkirin û 3 zimanên Kurdî, Erebî û Aşûrî weke zimanên fermî hatine naskirin, li gel wê çendê amaje bi wê jî hatiye kirin, ku bikarbirina hemû zimanên din bo axêvrên wan zimanan azad e.

Naveroka reşnivîsa projeya destûra ENKSê ji 115 madeyan pêk tê. ENKSê heyamek berî niha ew projeya destûrê amade kir, û ji bo amadekirina wê destûrê çendîn konfrans û civîn li Ewropayê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê birêve bir.

Weke wê nusxeya ku Rûdawê bi dest xistiye, di dîbaceya destûrê de hatiye: \"Di ber cîbicîbûna guhertina demokratîk li Sûriyê, û parastina azadî û keramet û mafên tak û civakî, û di ber piştevanî û geşepêdana cudahiyên li herêmê, ji bo parastina dewleta yasayê û danîna sînorekê ji piştguhxistin û cudakariyê, û garantiya pêkvejiyana aştiyane ya ku çavkaniya wê rihê berjewendiyên niştîmanî ye, bi baweriya ku hebûna cudahiyan li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê dabeşkirina erk û berpirsatiyan û hevkariya yekgirtî (federalî) dixwaze.\"

\"\"

ENKSê herwiha di projeya xwe de gotiye:

\"Ji bo hewldan bo cîbicîkirina geşeya aborî li herêmê û garantiya rêya jiyaneke seretayî bo neviyên pêşerojê, gelê Herêma Kurdistana Sûriyê weke beşek ji Dewleta Sûriyê vê proje pêşniyarê bo rêvebirina deverên pirranî kurdî pêşkêş dike. Ev yek xaleke guhertinê ya dîrokî ye ji bo dûrketin ji dîktatoriyê û jinavbirinê û destpêka serdemeke nû, ku azadî û yeksanî û dadmendî û ji hev têgihîtina navbera kurd û ereb û aşûr û êzidiyan û musilmanan û mesîhiyan û gişt kes û komên heyî li herêmê li xwe digire.\"

Madeya yekem a reşnivîsa destûra ENKSê taybet bi diyarkirina navê herêmê ye û tê de navê herêmê wiha hatiye nivîsandin: Kurdistana Sûriyê herêmeke sûrî ye.

Di madeya sêyem de behsa sînorê Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û tê de hatiye, ku hikûmeta veguhêz dê sînorê Rojavayê Kurdistanê diyar bike.

Herwiha di madeya heftem a reşnivîsa destûrê de amaje bi wê hatiye kirin, ku bajarê Qamişlo paytexta Rojavayê Kurdistanê ye û bajarê Kobanî jî navenda Dadgeha Destûrî ye.

Di madeya dehem a reşnivîsa destpra ENKSê de jî tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku ol ji dewletê tê cudakirin.

Çend madeyên giring ên reşnivîsa destûra ENKSê ku nusxeyeke wê ketiye destê Rûdawê, ev in:

Destûr ji 115 madeyan pêk tê.

Madeya Yekem - Kurdistana Sûriyê

1- Kurdistana Sûriyê herêmeke Sûrî ye.

2- Berpirsyariyên Herêma Kurdistana Sûriyê.

3- Herêm di hemû biryarên dewletê de beşdar dibe.

4- Maf, pabendî û ax û samanên herêmê parastî ne.

5- Bilindtirîn deshelata herêmê ye.

Madeya Duyem- Armanc

1- Herêm ewlehiya navçeyê û cîhanê diparêze.

2- Herêm rêz li mafê hemû takên civakê digire.

3- Hemû kes serbeste di jiyana siyasî û civakî de.

Madeya Sêyem - Herêm

1- Herêma Kurdistana Sûriyê girdayî dewleta Sûriyê ye.

2- Hikumeta veguhêz ya herêmê sînor destnîşan dike.

3- Hikumet girîngiyê dide vegerandina milkên xelkê.

4- Guhertin di zeviyan de bi razîbûna xelkê dibe.

Madeya Çarem- Gelê Kurdistana Sûriyê

1- Gelê Herêma Kurdistana Sûriyê ji welatiyên resen pêk tê.

2- Herêm rêz li neteweyên cuda digre.

Madeya Pêncem- Deshelata Herêmê

1- Herêmeke demokrat e û pabendî yasayê ye.

2- Hemû deshelatên herêmê pişta xwe bi îradeya gel girê didin.

3-Bikaranîna deshelatan li gor destûrê dibe.

4- Deshelatên herêmê ji hev têne cuda kirin.

5-Herêm li hember ziyanan berpirsiyar e.

Madeya Şeşem- Berpirsiyarî

1- Welatî naçarin rêz li destûr bigrin.

2- Nabe deshelat şaş were bikaranîn.

3-Nabe ti kes di gelek deshelatên hikumetê de kar bike.

4- Hemû kesên deshelatê sûnda yasayê dixun.

5- Her deshelatdarek berpirsyarê kiryarê xwe ye.

Madeya Heftem- Navend

1- Qamişlo navenda herêma Kurdistana Sûriyê ye.

2- Kobanî navenda dadgeha destûrî ye.

Madeya heştem - Al, Silogana Niştîmanî

1- Al ji rengên Sor, Spî, Kesik pêk tê û roj di navîn de ye.

2- Divê siloganeke nişîtmnaiya taybet ya herêmê hebe.

Madeya Nehem- Zimanên fermî

1- Kurdî, Erebî, Aşûrî zimanên fermî ne.

2-Her kes bi azadî zimanê xwe bikar tîne.

Madeya Dehem- Ol û dewlet

1- Ol ji dewletê tê cudakirin.

Madeya Yazdem - Samanên xwezayî

1- Hemû samanên xwezayî milkê giştî ne û bo milet in.

Madeya Duwazdem - Mafên medenî

1-Hemû welatî di erk û mafan de wek hev in.

Bo xwandina tevahiya reşnivîsê bi zimanê erebî li vir klîk bike

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1031 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:23:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x