Rêveberiya Xweser 176 malbatên DAIŞiyan şandin Îraqê

Rêveberiya Xweser, 176 malbatên xizmên DAIŞê radestî hikûmeta Îraqê kirin.

05.06.2024, Çar - 15:28

Rêveberiya Xweser 176 malbatên DAIŞiyan şandin Îraqê
Nuçe Belav bike

Li gorî peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikumeta Îraqê de 176 malbatên din ên Îraqî ku ji 634 kesan pêk dihatin ji Kampa Holê hatine vegerandin.

Îraqê, 28 Nîsana îsal jî 191 malbatên din ên Îraqî ku ji 714 kesan pêk dihatin ji Kampa Holê wergirtibûn.

Sala 2022yan jî piştî lihevkirina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Îraqê 690 endamên malbatên DAIŞê li deriyê sînorî yê Rebîeyê radestî Hêzên Operasyona Hevpar a Îraqê hatibûn kirin.

Malbatên Îraqî bi hevahengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û bi peymana Rêveberiya Xweser û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Îraqê ji Kampa Holê tên veguhastin.

Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞê lê dimînin li rojhilatê parêzgeha Heseke ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 447 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:30:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x