Berdevkê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê derbarê kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî de ragihand, piştî wê bûyerê aloziyên navçeyê bandorê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî dikin û diyar kir: “Rojavayê Kurdistanê û Kurd bi giştî aliyek nîne di navbera aliyên nakok de û tişta giring ev e em xwe û gelê xwe biparêzin.”
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Luqman Ehmê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “bûyerên ku li navçeyê diqewimin, şerê bihêzkirina pêgeh û bidesxistina enerjiya gazê ye.”
Luqman Ehmê diyar kir, “nabe nakokî li cihekê çê bibe û bandore li Sûriyê yan jî Rojavayê Kurdistanê neke, lewma jî aloziyên Rojhilata Navîn sînoran derbas dikin û bandorê li hemû navçeyê dikin.”
Ehmê got: “Rojavayê Kurdistanê yan Kurd, ne aliyek e di navbera aliyên nakok de, giring ev e ku em xwe biparêzin û gelê xwe biparêzin.”
Pêştir Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo ragihandibû, “egerekî bihêz heye ku Îran şaşiyekê bike û êrîşî hêzên me yên leşkerî li Iraqê yan li bakurê rojhilatê Sûriyê bike.”
Berdevkê Rêveberiya Xweser têkildarî wan gotinên Pompeo ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo gefan, her yek ji Amerîka û Îranê dewlet in û dixwazin pêgeha xwe bihêz bikin. Rojhilata Navîn di guhertineke nû de ye, di demekê de ku cîhan di guhertinê de ye, Rojhilata Navîn jî beşek e ji wê guhertina ku li cîhanê çê dibe, ku beşeke wê têkilî bi enerjiya gazê heye.”
Luqman Ehmê da xuyakirin, ji ber bandorên xirab ên petrolê, hêzên li cîhanê pêwîst e xwe biguherin û enerjiya gazê bikar bînin, lewma jî dixwazin dest bi ser çavkaniyên gazê de bigirin. Ehmê got:“Ji bo wê yekê jî, şerên Rojhilata Navîn berdewam in û rojane em dibînin ji bo enerjiya gazê rêkevtinên çawan tên kirin, wek a di navbera Tirkiyê û Lîbyayê de, yan a di navbera Yuan, Qibris û Misirê de.”
Di bersiva vê pirsa Rûdawê de ku ‘gelo hêzên Rojavayê Kurdistanê ku li gel hêzên Amerîkî ne, ketine rewşa amadebaşiya temam an na’, Berdevkê Rêveberiya Xweser dibêje: “Tiştekî fermî nehatiye ragihandin, çimku ew 9 sal e em di şer de ne û ji ber wê jî em di rewşeke neasayî ya temam de ne, wate ew rewşa pêştir hebû, em li ser heman amadebaşiya xwe ne.”
Luqman Ehmê dibêje, kuştina Qasim Sulêymanî ji kuştina Ebûbekir Bexdadî cuda ye, ji ber Sulêymanî kesekî fermî yê dewleta Îranê bû û tekez dike: “Nakokiyan mijara gefxwarina li hev derbas kiriye. Dema Amerîka kesekî fermî yê Îranê dikuje, rewşeke din derdikeve pêş, lewma kuştina Qasim Sulêymanî ne wek a Ebûbekir Bexdadî ye û cuda ye, çimku Bexdadî kesayetiyekî fermî nebû, ku dewletek bi fermî li pişt be.”
Roja Înê 3ê Çileya 2020an, Fermandarê Supay Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, General Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendîs tevî hejmarek kesên din di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê de li Bexdayê hatin kuştin.
Piştî wê bûyerê, aloziyên navbera Amerîka û Îranê gihîştine kupîtka xwe û Tehran gefa tolhildaneke dijwar dike.
Waşington jî hişyarî dide Tehranê ku eger her şaşiyeke din bike û êrîşî berjewendiyên wê li navçeyê yan her cihekê cîhanê bike, dê bi tundî bersiv bide.