Rêveberiya Xweser alîkariyên erdhejê vekişand

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku piştî ku Tirkiye destûr neda karwana alîkariyê ku 9 roj in li tê sekinandin, paşde vekişandiye.

17.02.2023, Cum - 08:39

Rêveberiya Xweser alîkariyên erdhejê vekişand
Nuçe Belav bike

Hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser piştî erdhejê di 8ê Sibatê de 30 tankerên sotemeniyê û 20 barhilgirên alîkariyên mirovî amade kirine.

Li gorî çavkaniyên nêzikî Rêveberiya Xweser, ji bo ku alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê hewldan hatine dayîn lê Tirkiyê destûr nedaye, şandên navdewletî hewl dan navbeynkariyê bikin, lê dîsa jî ti encam nehatine bidestxistin.

Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser piştî 9 rojan karwana alîkariyê ya li Deriyê Um Cîlûd a Minbicê li dihat sekinandin, vekişand.

Wezîrê Derv yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di 14ê Sibatê de di derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û tê de gotibû “Ne mimkûn e ku Tirkiye li herêmên di bin kontrola PKK û YPGê de (li Sûriyê) deriyên sînorî veke. Divê ev herdu ji hev bên cudakirin. Eger ew welatên Ewropayê dixwazin werbigrin, bila biçin, ji Sûriyê werbigrin û bibin welatên xwe.”

Hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser dixwaze alîkariyê bişîne Bakurê Rojavayê Sûriyeyê bi taybet Efrîn û navçeyên wê yên ku ji ber erdhejê wêran bûne.

Li gorî nûçeya North Press Agency (NPA), Hevserokê Birêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq Mihemed El-Xelef piştrast kir ku alîkarî paşde hatine kişandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x