Rêveberiya Xweser amadekariya dadgehkirina bergumanên terorê dike

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê radigihîne, ew amadekariyan ji bo dadgehkirina hin endamên DAIŞê yên di girtîgehên rêveberiyê de girtî ne, dikin.

03.10.2022, Pts - 11:57

Rêveberiya Xweser amadekariya dadgehkirina bergumanên terorê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akef ragihand, “Destpêkê, kesên ku gilî li wan hatine kirin û destên wan bi xwîna gelên herêmê bûne, dê bêne dadgehkirin.”

Berdevkê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser dîroka destpêkirina van dadgehan û regeza kesên bên dadgehkirin diyar nekir, wî tenê got ku ew amadekariya wan dadgehan dikin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, di girtîgehên Rêveberiya Xweser de 15 hezar girtiyên bi tawana terorê yên Sûrî û zêdetir ji 60 regezên din hene ku piraniya wan endamên berê yên DAIŞ'ê ne.

Di meha Hezîrana borî de, Hevserokê Encûmena Dadmediya Civakî di Rêveberiya Xweser de Hesen El-Ehmed got ku mekanîzmaya dadgehkirina endamên DAIŞê di navbera rêveberî û Hevpeymaniya Navdewletî de hîn di cihê gotûbêjan de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x