Rêveberiya Xweser di derbarê Kampa Hol'ê de bang li dewletan kir

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed got gefeke cidî li ser xelkê Kampa Holê heye, ji ber ku DAIŞ her kesî dikuje ku her cara ku Tirkiye tehdîd dike, DAIŞî kiryarên terorkirinê li nav kampê bêhtir dikin.

18.11.2022, Cum - 05:30

Rêveberiya Xweser di derbarê Kampa Hol'ê de bang li dewletan kir
Nuçe Belav bike

Şêxmûs Ehmed ji dewletan xwest ku welatiyên xwe ji nav Kampa Holê vegerînin cem xwe.

Şêxmûs Ehmed her wiha ji Civaka Navdewletî daxwaz kir, bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin, ji bo ku çareseriyekê ji bo Kampa Holê bibînin û rê nedin ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe.

Roja Sêşemê 15ê Mijdara 2022an, hêzên asayîşê li nav Kampa Holê cenazeyên du keçên zarok ên Misrî yên 11 û 15 salî, kuştî dîtibûn û birayê wan jî winda bûye.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed anî ziman, “Her dema ku Tirkiye gefan li navçeyê bike, yan derbasî hin navçeyên din bibe, êdî ev rêxistin bi kiryarên terorkirinê li nav kampê radibe, hevdem peyaman ji Civaka Navdewletî re dişîne ku ew ê berdewam be û her ew ê bimîne û kar li ser nû-rêkxistina rêzên xwe bike, herwiha dibe komkujiyên bêhtir di derheqê gel û nişteciyên navçeyê de, encam bide.”

Şêxmûs Ehmed bang li civaka navdewletî kir û got, “Em bangewaziya xwe digihînin Civaka Navdewletî ku, destêwerdanê bike û alîkariya Rêveberiya Xweser bike, derbarê nû-rêkxistina kampê, serbarî ku her dewletek welatiyên xwe ji Kampa Holê vekişîne û piştgiriya Hêzên Ewlehiya Navxwe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike, wiha jî helwesteke ciddî li hember gefên Tirkiyê, derbarê encamdana êrîşeke nû li dijî navçeyê, bisitîne. Êdî Kampa Holê zemîneke guncaw e ji DAIŞê re, ji bo encamdana komkujiyên nû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:30:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x