Rêveberiya Xweser hişyarî da cotkaran

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûnis ji cotkaran xwest ku zêde dermanên kîmyawî yên çandiniyê bi kar neyînin, ji ber ku ew derman piraniya wê ji Çînê hatin û bê bandor in. Ehmed Yûnis herwiha got ku kêmbûna baranê û germa zêde ya rojê bandorê li çandiniya deverê dike.

02.02.2023, Per - 08:38

Rêveberiya Xweser hişyarî da cotkaran
Nuçe Belav bike

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avadaniyê ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûnis hişyarî da cotkarên Rojavayê Kurdistanê ku zêde dermanên kîmyawî yên çandiniyê bi kar neyînin.

Ehmed Yûnis got: “Bi giştî kêmbarîna baranê bandor li çandiniyê kiriye, germa li rojê û sarbûna şevê bandor li çandiniyê dike. Desteya çandiniyê her sal ruxsetkirina kolandina bîran bi rêxistin dike.

Yûnis da zanîn ku Desteya Çandinî û Avdanê rûbera zeviyan tomar dike û got: “Niha em dizanin ku pêwîstiyên çandiniyê ji semad û sotemeniyê çi ne. Em weke Desteya Çandinî û Avdaniyê pişta xwe bi zeviyên bejî girênadin, weke hemû dewletan em pişta xwe bi zeviyên avî girê didin.”

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdaniyê herwiya eşkere kir ku bi kêmanî 4 heta 5 caran sotemenî divê bê belavkirin li gor herêman û got: “Em ji cotkaran dixwazin ku zêde dermanên kîmyawî bi kar neyînin, ji ber ku bikaranîna wan bi awayekî zêde, gelek ziyanan bi xwe re tîne, taybet ew made Çînî ne û ne bi bandor e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x