Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞê radestî Brîtanyayê kirin

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jinek û 3 zarokên DAIŞê radestî Brîtanyayê kirin.

25.05.2024, Cts - 17:28

Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞê radestî Brîtanyayê kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, şandeyeke ji Brîtanyayê bi serokatiya Nûnera Brîtanyayê ya Taybet ji bo Sûriyeyê Anne Snow û Sekreterê Siyasî yê Duyemîn ê Ofîsa Brîtanyayê ya Karûbarên Sûriyeyê Ed Wilkes çûn Rojavayê Kurdistanê.

Endamên şandeya Brîtanyayê ji aliyê hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fener El Giêt, Endamê Desteya Rêveber ê Daîreyê Xalid Îbrahîm û Nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî, ewlehî û mirovî ya li Rêveberiya Xweser û li Sûriyeyê hat behskirin.

Piştî hevdîtinê nûnerên Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên ji Brîtanyayê yên malbatên DAIŞê ne radestî şandeyê kir.

Vî nûçeyê tevayî: 494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:13:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x