Rêveberiya Xweser li ser bûyeran daxuyanî da: Asta şer bilind dibe

07.03.2025, Cum - 10:55

Rêveberiya Xweser li ser bûyeran daxuyanî da: Asta şer bilind dibe
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê, di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket û bi dehan kes hatin kuştin.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

“Bûyer dê bibin sedem ku komkujî bi serê gelê me yê Sûriyeyê de werin”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bûyer bi şiklê “Ev şer dê welatê me ber bi karestekê ve bibe û dê bibe sedem ku komkujî bi serê gelê me yê Sûriyeyê de pêk werin” nirxandin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:

“Daxuyanî ji raya giştî re,

Li Sûriyeyê û nexasim li berava wê asta şerê di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û grûpên leşkerî yên li beravê de bilind dibe.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema ku metirsî û xemgîniya xwe ji ber bûyerên li beravê diqewimin diyar dikin û destnîşan dikin ku sedema vê aloziyê xwendina nerast a ji rastiya Sûriyeyê ya ji aliyê desthilatdarên Şamê ve ye û ji ber hestiyariya rewşa Sûriyeyê di ber çavan re nehat derbaskirin bi taybetî pirrengiya pêkhate û mezheban.

Ev şer dê welatê me ber bi karestekê ve bibe û dê bibe sedem ku komkujî bi serê gelê me yê Sûriyeyê de pêk werin.

Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku bi aqilmendî û xweragiriyê tevbigerin û vê aloziyê rawestînin ku dê bibe sedem ku dûrketina di navbera hêzên niştimanî yên Sûriyeyê de zêdetir bibe û tenê gelê Sûriyeyê dê hesabê van nakokiyan bide.

Me gelek caran teqez kir ku pêwîstiya Sûriyeyê bi diyalogeke niştimanî ya rast heye da ku rêbazên gihandina Sûriyeyê ber bi ewlehî û çareserkirina nakokî û pirsgirêkên di navbera hêzên Sûriyeyê de, nîqaş bikin.

Me ragihand ku ev çareserî û rêya avakirina Sûriyeyeke ku hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhate û mezheban pêk tîne.

Careke din em banga rawestandina şer dikin û berê xwe bidin diyalogê.

Her wiha em bag li gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku li pey wan kesan neçin ku dixwazin şerekî navxweyî li welatê me Sûriyeyê derxin.

Em dê hemû winda bibin û dijminên me ku vê yekê li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe, keysbaz dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

7ê Adara 2025an.”

Li hêla din, divê were gotin, şêniyên ku bûyer li wan diqewimin bi giştî Elewî ne. 

 

Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:45:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x