Rêvebirê Navenda Lêkolînan a Feratê: Rûsya rê li ber êrişa Tirkiyê nagire

Rêvebirê Navenda Lêkolînan a Feratê Silêman Elyas ragihand ku rola Rûsya ne ew rol e ku bikaribe êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

12.12.2022, Pts - 07:51

Rêvebirê Navenda Lêkolînan a Feratê: Rûsya rê li ber êrişa Tirkiyê nagire
Nuçe Belav bike

Derbarê rewşa aloz li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji encama gef û êrîşên Tirkiyê, Rûsya hewl dide rê li ber operasyoneke bejayî ya Tirkiyê bo ser wan navçeyan bigire.

Li gorî zanyariyên ku hatine ragihandin, şanda Rûsî li Enqerê çend pêşinyar pêşkêşî Tirkiyê kirine, da ku êrîşa bejayî encam nede.

Rêveberê Navenda Ferat ji bo Lêkolînan, Silêman Elyas ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê yekê kir.

Silêman Elyas li ser vê yekê dibêje, rola Rûsya ne ew role ku bikaribe êrîşa Tirkiyê rawestîne, tenê Amerîka dikare rê li ber êrîşê bigire.

Elyas got: “Armanca sereke ya Rûsyayê ew e ku bêtirîn erdê bixe jêr kontrola rejîma Sûriyê. Tirkiye kê bixwaze tê êrişên xwe yên asmanî dikin. Herwiha Tirkiye jî dixwaze deverên HSDê bikevin di bin kontrola rejîma Sûriyê de.”

Derbarê egera serkeftin an neserkeftina hewlên Rûsyayê, Rêveberê Navenda Feratê got: “Rûsya dikare tenê li deverên di bin kontrola wê de ne êrişan rawestine. Rûsya jî naxwaze ti dever bikeve di bin kontrola Tirkiyê de.

Li gorî zanyariyan, şandeke Rûsî serdana Enqereyê kiriye, ji bo pêşniyarên Rûsya li ber Tirkiyê deyne, ji wan pêşniyaran, vekişîna hêzên HSDê ji herdu bajarên Kobanî û Minbic, herwiha bicihkirina hêzên hikûmeta Sûriyê li ser hêla sînorî li wan navçeyan.

Ev yek di demekê de ye ku ti daxuyaniya fermî ji Tirkiyê yan ji HSDê yan ji Rêveberiya Xweser, derbarl van pêşniyaran, nehatiye ragihandin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x