Rêxistina Efûyê: Li Efrînê bi 100an sivîl di bin rîskê de ne

Rêxistina Efûya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi sivîlên efrînî di bin rîskê de ne.

01.03.2018, Per - 05:57

Rêxistina Efûyê: Li Efrînê bi 100an sivîl di bin rîskê de ne
Nuçe Belav bike

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de cih da hevpeyvînên 15 kesên ku demek berê ji Efrîn û Ezazê ji malên xwe bibûn. Dîrektorê Lêkolîner ê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê Lynn Maalouf got: "Ji ber şer û pevçûnên Efrînê heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye û jiyana bi 100an însan jî di xeterê de ye."

Lynn Maalouf di berdewamiya axaftina xwe d got: "Nûçeyên ku gund û navçe têne topbarankirin û ev gelekî metirsîdar e. Li herêmê bikaranîna bombeyan li hemberî xelkên sivîl li dijî mafê însan ê navneteweyî ye û divê hemû alî êrişên xwe bi dawî bînin."

Li gor raporta Rêxistina Efûyê, gundiyên efrînî dibêjin: "Artêşa Tirkiyeyê bi seetan û bêyî ku hedefan diyar bike topbaran dike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1074 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x