Rêjîma Sûriyê ji PKKê xwastiye bendava Tişrînê radestî wê bike lê Amerîka razî nebûye

Hat zanîn ku rêjîma Sûriyê daxwaz ji PKKê kiriye bendava Tişrînê li bakûrê Helebê radestî Şamê bike lê PKKê bi hêceta ku Amerîka razî nîne, daxwaza rêjîmê red kiriye.

02.04.2017, Paz - 07:31

Rêjîma Sûriyê ji PKKê xwastiye bendava Tişrînê radestî wê bike lê Amerîka razî nebûye
Nuçe Belav bike

Jêderekî li Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re got, çend roj berê şandeka rêjîma Sûriyê li bajarê Minbicê bi berpirsên PYD/PKKê re hevdîtin kiribû. Di wê hevdîtinê de rêjîmê ji PKKê xwastibû bendava Tişrînê, ku vê dawhiyê ji aliyê hêzên hevpeyman û Hêzên Sûriya Demokratîk ve hat azadkirin, radestî hikûmeta Şamê bike.

Wî jêderî her wiha got, lê berpirsên PYD/PKKê ji şanda rêjîma Sûriyê re gotibû ku ew nikarin bendavê bidin ji ber ku Amerîka razî nîne.

Li gorî wî jêderî, her devera ku bi alîkariya hêzên hevpeyman were azadkirin, PKK nikare bi serê xwe radestî rêjîma Sûriyê bike ji ber ku Amerîka vê yekê qebûl nake.

Jêderê BasNewsê, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku rêjîma Sûriyê berê xwe dabû bendava Firatê lê hêzên hevpeyman bendav û firokexaneya Tebqa kontrol kirin û pêşiya pêşveçûna rêjîmê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1072 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:23:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x