Li gorî agahiyên çavkaniyeke ku nexwest were eşkerekirin dane ajansa Rûdawê, dibe ku konferansa aliyên siyasî yên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.
Li gorî wan agahiyan, egereke mezin heye ku ew konferans 18 Nîsana 2025an li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin.
Sekirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) jî ji ajansa Rûdawê re ragihand ku heta niha dema lidarxistina konferansê ne diyar e lê gotin heye ku di demeke nêzîk de bê lidarxistin.
Tê pêşbînîkirin ku 300 endam beşdarî wê konferansê bibin, bi awayekî ku 170 nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd bin, li gel wan jî nûnerên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê, Partiya El-Wehdeyê ya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Yekîtî), Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî, Partiya Wîfaq a Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê, Tevgera Xwebûnê û hinek aliyên din jî beşdarî bibin.
Her wiha dê 130 nûner li ser navê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) beşdarî konferansê bibn.
Agahiyên bêhtir
A niha komîteyeke amadekar ji bo wê konferansê hatiye pêkanîn ku ji 7 kesan pêk tê lê dibe ku hejmara wan bigihêje nêzîkî 12 kesan.
Xalên sereke yên wê konferansê dê her 13 xalên rêkeftina ENKS û PYDyê bin, di serê wan de jî dê “yekîtiya stratejîk a gotara Kurdan” her wiha “pêkanîna şandeyeke hevbeş ji bo diyaloga li gel Şamê” hebin.
Berî niha hinek aliyên siyasî behsa lidarxistina kongreyeke neteweyî ya aliyên siyasî yên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê dikir lê li gorî heman agahiyan ew hevdîtin dê bi navê konferansê be, ne bi navê kongreya neteweyî.