Rûsya dixwaze ENK û PYDê li hev bîne

PYD nahêle ENKS li Rojava xebatên xwe bike

18.12.2016, Paz - 12:09

Rûsya dixwaze ENK û PYDê li hev bîne
Nuçe Belav bike

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkere kir ku Rûsya hewl dide ENKS û PYDê li hev bîne.

Endamê rêveberiya ENKSê Kawe Azîzî ji BasNewsê re got, Rûsya dixwaze ENK û PYDê li hev bicivîne û wan li hev bîne lê heta niha ne wextê civînê hatiye destnîşankirin ne jî endamên şandên her du aliyan.

Kawe Azîzî her wiha got, em amade ne bi hikûmeta Rûsyayê re rûnên lê em qebûl nakin bi rêya hikûmeta Sûriyê re tevlî hevdîtinan bibin.

PYD nahêle ENKS û partiyên siyasî li Kurdistana Rojava bi awayekî azad xebatên xwe bikin, zorê li wan dike û her roj serkirde, endam û alîgirên wan digire û îşkence dike. Heta niha jî bi dehan endam û serkirdeyên ENKSê di girtîgehên PYDê de ne.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:07:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x