Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, niha bi awayekî eşkere welatên rojava û bi serokatiya Amerîkayê, li dijî Rûsyayê şer ragihandine.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, niha bi awayekî eşkere welatên rojava û bi serokatiya Amerîkayê, li dijî Rûsyayê şer ragihandine û kultûra jêbirina Rûsyayê û hemû wan tiştên pêwendiya wê bi welatê wan heye, gihîştiye lûtkeyê.
Sergey Lavrov destnîşan kir, bi serokatiya Amerîkayê, welatên rojava bi temamî şer li dijî Rûsyayê ragihandiye, ti kes bi veşartî nemaye û dibe ku bibêjin ev rewş jî dê heta demeke dirêj bikşîne.
Lavrov diyar kir, kultûra jêbirina Rûsyayê û hemû wan tiştên ku pêwendiya wan bi welatê me heye, gihîştiye lûtkeyê, loma niha rojava bi eşkere şerê li dijî me ragihandiye.