Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê mûşekên dije-firoke avêtin herêmên di dagirkeriya Tirkiyê de

Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê mûşekên dije-firoke avêtin herêmên di dagirkeriya Tirkiyê de

03.12.2022, Cts - 08:33

Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê mûşekên dije-firoke avêtin herêmên di dagirkeriya Tirkiyê de
Nuçe Belav bike

Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku firokeyên Rûsî mûşekan avêtine derdora Efrîn û Mare yên ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar ên grêdayî wê ne.

SOHRê eşkere nekir ku çima êrîşên esmanî hatine kirin, lê diyar kir ku ew yek "hevdem bû bi firrîna heşt firokeyên şer ên Rûsyayê li ser herêmê."

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ya nêzikî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ev êrîşa esmanî ragihand.

Ev êrişa esmanî ya navborî ya Rûsyayê piştî ku Tirkiyê êrîşên esmanî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk anî bû hat.

Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bejayî pêk bîne lê Rûsya û Amerîka bi tundî li dijî vê yekê derdikevin.

Rûsya piştgira sereke ya rejîma Sûriyê ye û bi salan e şerê hin grûpên çekdar dike ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:39:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x