Rûsyayê rê neda biryarek li dijî Tirkiyê derkeve

Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê êrişên Tirkiyê de civiya, lêbelê Rûsyayê rê neda ku biryareke hevbeş ji bo rawestandina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bê derxistin.

12.10.2019, Cts - 13:34

Rûsyayê rê neda biryarek li dijî Tirkiyê derkeve
Nuçe Belav bike

Amerîkayê projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî (NY) kir ku tê dihat daxwazkirin, Tirkiye êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nîgeraniyên xwe yên derbarê asayîşa xwe e bi rêyên dîplomatîk çareser bike.

Herwiha di wê biryarê de dihat gotin, div penaberên Sûriyê bi daxwaza xwe û di çarçoveya hiqûqa miroî ya navdewletî de vegerin welatê û herwiha ji bo parastina sivîlan û xwegihandina wan, bang li hemû aliyan dihat kirin.

Lêbelê Rûsyayê di Encûmena Asayîşa Navdewletî de rê neda ew daxuyaniya hevbeş ku tê de bang li Tirkiyê dihat kirin êrişa li ser Rojava rawestîne û nîgeraniyên xwe yên emnî bi rêyên dîplometîk çareser bike, derbas bibe û asteng kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 804 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:42:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x