Rêvebiriya Efrînê dixwaze ku xelkê Efrînê vegere ser axa xwe

Desteya Parastina Kantona Efrînê bang li rojavayiyên ku çûne Tirkiyê dike da ku vegerin Rojavayê Kurdistanê.

07.01.2017, Cts - 09:38

Rêvebiriya Efrînê dixwaze ku xelkê Efrînê vegere ser axa xwe
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Parastina Kantona Efrînê Ebdo Ibrahîm îdia kir ku dewleta Tirkiye penaberên Sûriyê weke leşkeran bikar tîne.

Ibrahîm wiha dewam kir: “Dewleta tirkî a dagirker niha li bajarê Babê asê maye. Lewma ciwanên sûrî kom dikin û berê wan didin perwerdê ji bo ku piştre tevlî nava çeteyên mertalên firatê bikin.”

Ebdo Ibrahîm ji ber vê hincetê daxwazê ji penaberên sûrî û kurd dike ku ji Tirkiyê vegerin: “Çûyîna gelê me ya Tirkiyê şaş bû, di vê dema dîrokî de parastina welat ji her tiştî girîngtir e. Dewleta tirkî ev demek e planan dike ku dê çawa ciwanên Sûriyeyê beşdarî çeteyan bike. Em polîtîka Tirkiyê ya li hemberî welatiyên Sûriyeyê şermezar dikin. Pêwîst e ciwanên Sûriyeyê di zûtirîn demê de berê xwe bidin Sûriyê û destkeftiyên xwe ji çeteyan biparêzin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x