Salih Muslim ji Rûsyayê re: Êrîşan şermezar jî nakin

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya duh Înê di beşa Erebî ya “Russia Today” de, rexne li rayedarên Rûsyayê kir ji ber bêdengiya wan li hember êrîşên Tirkiyê.

27.08.2022, Cts - 12:17

Salih Muslim ji Rûsyayê re: Êrîşan şermezar jî nakin
Nuçe Belav bike

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim Rûsya ji ber şermezarnekirina êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê rexne kir.

Tirkiye di van demên dawî de êrîşên xwe yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi taybetî jî li Tel Rifetê ku hêzên Rûsyayê lê ne, zêde kirine.

Herî dawî di êrîşa dronên Tirkiyê de herî kêm 3 sivîl hatin kuştin û 9 sivîl jî di nav de zarok û jin jî birîndar bûn.

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya duh Înê di beşa Erebî ya “Russia Today” de, rexne li rayedarên Rûsyayê kir ji ber bêdengiya wan li hember êrîşên Tirkiyê.

Muslim got, “Dema Tel Rifet hat bombebarankirin hêzên Rûsyayê ne li wir bûn? Erê. Ma wan nedît ku çi bû? Rûsan ew neparastin” û anî ziman tevî ku Amerîkî ne li wir bûn jî ew êrîş şermezar kirin.

Hevserokê PYDê Muslim anî ziman, “Qet nebe Amerîkiyan ji bo bombebaranê xemgîniya xwe anîn ziman û şermezar dikin. Lê Rûsan daxuyanî jî nedan. Ne artêşa Rûsyayê û ne jî serkirdeyên Rûsî êrîşên li ser sivîlan şermezar nekirine, tevî ku ew li ber çavên wan hatine kirin.”

Salih Muslim her wiha welatên rojava tawanbar kir dema di 18ê Tebaxê de dronan êrîşî navendeke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo perwerdeya keçan hatiye fînansekirin li Qamişlo şermezar kir lê behsa Tirkiyê nekirin.

Tel Rifet ji aliyê HSDê ve tê rêvebirin.

Rûsya xwe ji şermezarkirina êrîşên Tirkiyê dûr xist lê berpirsên payebilind ên Rûsî hişyarî dan li hember gefên Tirkiyê yên vê dawiyê yên operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê li Tel Rifet û Minbicê.

Tirkiye ji sala 2018an ve du êrîş li dijî HSDê li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne û bajarên wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kiriye. Rûsya ji sala 2019an ve piştî rêkeftina bi Tirkiyê re, dewriyeyên hevbeş ligel hêzên Tirkiyê li ser sînor pêk tîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x