Şandeyên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê gehiştin hevdû

Şandeya Herêma Kurdistanê û şandeya ku ji parlamenter û siyasetmedarê HDPê û KCDê pêk hat, ji bo çavdêriyê li hilbijartinan bikin çûn Rojava û li gel Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kom bûn.

30.11.2017, Per - 11:30

Şandeyên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê gehiştin hevdû
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku şandeya Herêma Kurdistanê û şandeya ku ji parlamenter û siyasetmedarê HDPê û KCDê pêk dihat, ji bo çavdêriyê li hilbijartinên Rojava bikin çûn Rojava.

Di nava şandeya Herêma Kurdistanê de Parlamentera PDK'ê Amîna Zikrî, Parlamenterê YNK'ê Zana Ebdulrehman, Parlamenterê Tevgera Goranê Şêrko Emîn Qadir û kesên serbixwe Seîd Mistefa û Elî Îsmaîl Seîd cih girt.

Her wiha di nava şandeya HDP'ê û KCD'ê de jî Cîgirê Hevserokayetiya HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadir Yildirim, Parlamentera Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe, Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk, Berpirsê HDP'ê yê Hewlêrê Abîd Îke, endamên HDP'ê Bahadir Altan, Fatma Gok û Muzeyyen Guneş cih girt.

Piştî çûna herdu şandeyan Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê li navenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ya li bajaroka Rimêlanê ligel wan civînek li dar xist û birêvebirina hilbijartinan nirxand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x