Serdana Hêzên Navdewletî bo Kobaniyê aramiyekê çêkir

Endamê Polîtbîroya PDKSê Gêlo Îsa serdana Hevpeymaniya Navdewletî ya li gel berpirsên Rêveberiya Xweser û HSDê nirxand û da zanîn ku, “Ev derbasbûna wan di herêmê de aramiyekê çêkiriye, dudiliya di nav civakê de hinekî lawaz dike.”

25.08.2022, Per - 05:27

Serdana Hêzên Navdewletî bo Kobaniyê aramiyekê çêkir
Nuçe Belav bike

Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî, ji sê rojan ve li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Piştî du rojan ji civînên ligel fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Kobanî, roja Çarşemê şand ligel Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li herêma Kobanî civiya.

Her wiha şanda Hevpeymaniya Navdewletî roja Duşemê gihiştibû Kobanî û ligel berpirsên serbazî yên hêzên HSDê li herêmê civiya bûn.

Derbarê vê serdanê de, Gêlo Îsa, Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd a Sûrî, ku beşeke ji MSD û Rêveberiya Xweser, ji bajarê Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got hatina vê şandê hiştiye xelkê herêmê hest bi aramiyê bikin.

Endamê Polîtbîroya PDKSê Gêlo Îsa dibêje “Bu 2 roj ku Hevpeymaniya Navnetewî li Kobanî bi encumena cîbicîkar re civiyabû, ew jî kesên Brîtanî bûn li Kobaniyê hevdîtinê kirin. Ew hevdîtin di çarçoveyên têkiliyan û aramiya herêmê de bûn. Ev derbasbûna wan di herêmê de aramiyekê çêkiriye, dudiliya di nav civakê de hinekî lawaz dike. Ev yek jî xelkê me li benda Hevpeymaniya Navnetewî ye ku li ser erkê xwe rabe ji bo berevaniya vî xelkî. Ev demeke dirêj ku em di bin fişarên dagirkeriya Tirkiyê de ne.”

Îsa got jî, ku li hember hewlên Tirkiyê ji bo têkdana aramiyê navçeyê, pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî bi erkê xwe rabe.

Gêlo Îsa anî ziman “Ew dixwazin tenê di rêya grûpên Astanayê de pirsgirêkan çareser bikin, rola opozîsyona Sûriyê bi giştî ya Rêveberiya Xweser lawaz bikin. Lê li aliyekî din em dinêrin Hevpeymaniya Navnetewî lê vê derê heye, gelek dewletan cihên xwe tê de girtine, di nav wan de jî Brîtanya hene ku we îro li Kobaniyê bûn. Xelkê me jî vê hêviyê de Hevpeymaniya Navnetewî de dibînin pirsgirêk ne tenê pirsgirêka DAIŞê ye, pirsgirêka ewlekariya herêmê ye jî û heta ku em digihîjin çareseriya giştî ji bo rewşa Sûriyê, divê Hevpeymaniya Navnetewî bi erkê xwe rabe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:15:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x