Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.
HSDyê ragihand ku di pevçûnên 24 saetên dawî de 12 çekdar hatine kuştin û 3 leşkerên Tirkiyeyê û 22 çekdar jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDyê, balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora Bendava Tişrînê û başûrrojhilatê Minbicê bombebaran kirine.
HSDyê diyar kir ku di pevçûnên li başûrê Minbicê de 4 çekdar hatine kuştin ku 2 ji wan Ozbek in û 12 çekdar jî birîndar bûne.
Li aliyê din, HSDyê da zanîn ku li eniya Pira Qereqozaqê jî pevçûn derketine û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyeyê û 3 çekdar birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, li Dêr Hafirê jî pevçûn derketine û di encamê de 6 çekdar hatine kuştin û di pevçûneke din de jî 2 çekdar hatine kuştin û 2 çekdar birîndar bûne.
Li hêla din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bîlançoya ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve wiha ye:
- 54 sivîlan canê xwe ji dest daye ku 7 ji wan jin û 4 jî zarok in.
- 411 çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin.
- 78 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye.