Serokê berê yê Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê: Mafê kurdan ê çarenûs û dewletê heye

Serokê berê yê Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê Burhan Xelyûn bi nivîsekê diyar kir ku mafê kurdan ê çarenûsê heye ku dewleta xwe ya neteweyî damezirînin wek çawa dewletên miletên din ên herêmê hene.

04.02.2017, Cts - 15:03

Serokê berê yê Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê: Mafê kurdan ê çarenûs û dewletê heye
Nuçe Belav bike

Xelyûn di nivîsekê de derbarê nerînên xwe ji bo pirsa kurdî bi giştî û pirsa kurdên Sûriyeyê bi taybetî nivîsî û tê de wiha got: "Gelê (kurd) ji her kesî zêdetir êş dîtiye ku mafên wî yên neteweyî bi darê zorê jê hatin stendin û ji mafên xwe yê çarenûs û damezirandina dewleke neteeweyî weK gelên din bêpar hat hiştin. Ev dozeke dîrokî, siyasî û rêgezî ye ku nabe were jibîrkirin û herwiha divê rêz li gelê kurd were girtin û alîkarî pê re bê kirin ta ku mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe."

Herwiha Xelyûn derbarê nerîna xwe ji bo çareseriya pirsa kurd li Sûriyeyê, wiha dibêje: "Di berjewndiya kurdan de ye ku tev li têkoşîna demokrasiyê ya li Sûriyeyê bibin. Ne ku qumara veqetîneke neteweyî bi sûriyên din re bilîzin lê divê doza xwe ya neteweyî ya mezin ji bîr nekin. Lê dîsa jî divê li bendê bin ku rewşa welatên cîran safî bibe û wê çaxê mirov dikare li ser dewleteke kurdî yekgirtî an federal jî bifikirin."

Xelyûn teqez dike ku ti kes nikare di şûna kurdan de biryarê bide ku pirsa kurd heta di çarçoveya federasyonê de jî, ti xeterê li ser hebûna dewletê û wiha dewam dike: "Me di vê çarçoveyê de, bi ENKSê re belgeyek îmze kir ku bi awayekî destûrî- li ser daxwaza birayên kurd- nasnameya kurdî di çarçoveya birêveberiyeke ne-navendî û berfireh de qebûl dike."

Hêjayî gotinê ye ku gava Burhan Xelyûn serokê Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê bû, di daxuyaniyeke xwe ji bo televizyoneke almanî kurd şibandibûn "koçberên Fransayê" û di encamê de kurdan bertekên tund nîşan dabûn ku Xelyûn neçar mabû, lêborînê bixwaze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:36:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x