Serokê Herêma Kurdistanê bang li NY kir: Cenosayda Êzidiyan nas bikin

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê de, peyamek weşand û têde daxwaz ji Netewên Yekgirtî dike, ku “komkujiya Kurdên Êzidî weke cenosayd nas bike.

03.08.2019, Cts - 18:20

Serokê Herêma Kurdistanê bang li NY kir: Cenosayda Êzidiyan nas bikin
Nuçe Belav bike

Îro 3ê Tebaxa 2019an, pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê wê rêxistinê ve ye.

Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser twîtterê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de li Şingalê, em ji dil ve wan bi bîr tînin ku bûne qurbaniyê destê dilreqiyên DAIŞê li Kurdistanê û cihên din. Em ranawestin heta ku em terorê ji nav dibin û qurbaniyên revandî vedigerînin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwazekê arasteyê Netewên Yekgirtî dike û dibêje: “Em daxwaz ji Netewên Yekgirtî dikin, jibo rêgirtina ji kiryarên hevşêwe, wê komkujiyê weke cenosayd nas bike.”

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 772 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:43:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x