Êrişa DAIŞê a li bajarê Tabqayê ji aliyê şervanên QSDê ve hate şikandin û hejmarek DAIŞî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji ANHAyê hatine girtin, terorîstên DAIŞê êrişî ser çeperên şervanên QSDê ên di navbera baregeha leşkerî û bajarê Tebqayê de kirin.
Li ser vê yekê şervanan bersiva êrişan da û êrişê şkandin. Herwiha hejmarek DAIŞî hatin kuştin.