Stephane Dujarric: Em rewşa li bakurrojhilatê Sûriyeyê dişopînin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku ew bi baldarî çavdêriya rewşa li Rojavayê Kurdistanê dikin û hêvî dike piştgiriya pêwîst ji hemû aliyên pêwendîdar re bê dayîn da ku bigihêjin lihevkirinê.

30.01.2025, Per - 10:09

Stephane Dujarric: Em rewşa li bakurrojhilatê Sûriyeyê dişopînin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stephane Dujarric, di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê de got:

"Geir Pedersen bi baldarî çavdêriya rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, hêvîdar e ku dem û piştgiriya pêwîst ji hemû aliyên pêwendîdar re were dayîn da ku bigihîjin lihevkirinekê û rêyeke erênî û pêşketî, bi awayekî aştiyane bi dest bixin."

Stephane Dujarric diyar kir ku pevçûnên berdewam li her herê Sûriyeyê rewşê aloztir dikin û berî her tiştî  xelk di bin pevçûnan de êşê dikişînin, lewma ew dixwazin  hemû şer û pevçûn bi dawî bibin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric çend pirsên Sînan Tunçdemîr bersivandin û ev jî pirs û bersiv in:

We got ku birêz Geir Pedersen li Sûriyeyê bi civakên cuda û pisporên civakê re hevdîtinan pêk tîne. Ji ber vê yekê ez meraq dikim, gelo em dikarin bêjin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re jî hevdîtin kiriye?

Ez xwediyê hurgiliyên hevdîtinên wî hemûyan nînim. Ez dikarim hewl bidim ku zêdetir agahiyan bi dest bixim lê ez dikarim ji we re bibêjim ku ew rewşa li bakurrojhilata Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne.

Ew hêvî dike ku dem û piştgiriya pêwîst ji hemû aliyên pêwendîdar re were dayîn da ku bigihîjin lihevkirinekê û rêyeke erênî û bipêşketî, bi awayekî aştiyane bi dest bixin.

Birêz Geir Pedersen bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinan dike û ew hîn jî di lîsteya terorîstan de ye lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne di lîsteya terorîstan de ye. Çima ew qasî zehmet e ku şandeyê taybet bi awayekî eşkere bi HSDyê re hevdîtinan bike û gelo em dikarin di demek nêzîk de hevdîtinekê  hêvî bikin?

Wekî ku min got, ez dê di demek nêzîk de li ser van mijaran zêdetir hûrguliyan bi dest bixim û ez dê we agahdar bikim.

Li Sûriyeyê hîn jî pevçûn di navbera komên çekdar, Tirkiyeyê û HSDyê de berdewam dikin. Gelo pevçûn di pêvajoya nû ya li Sûrîyeyê de çi bandorê li hewlên ji bo aştiyê dikin?

Belê, mebesta min ew e, eşkere ye ku pevçûnên berdewam li her herê li Sûriyeyê wê yekê dikin, rewşê dijwartir dikin, berî her tiştî, ji bo gel û sivîlan ku di bin pevçûnan de êş û azarê dikişînin rewşê dijwartir dikin.

Her wiha zêdetir destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya nû jî dijwartir dikin û ji ber vê yekê jî banga me ji bo bidawîkirina hemû pevçûnên cuda yên ku em dibînin re ne.

Em dizanin ku ji bo destûreke nû li Sûrîyeyê dê kar were kirin û hikûmeta veguhêz jî got ku 3 sal pêwîst in. Gelo ji bo vê makezagona nû bipêşveçûyînek heye?

Derbarê vê mijarê destê min de vê gavê ti agahî nînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x