Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya daxuyanî belav kir.

26.02.2023, Paz - 14:25

Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê
Nuçe Belav bike
Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di 20ê Reşmeha 2023an de li paytexta Almanya Berlînê li ber dergehê dîrokî Brandenburgê bi zimanê kurdî peyameyeke sersaxiyê şand bo malbatên qurbaniyên erdheja wêranker ya ku di 6ê Reşmehê de li herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî, bi taybetî li Mereşê li Bakurê Kurdistanê û bajarê Cindêrisê yê girêdayî herêma Efrînê.

Di demê ku em helwêsta Serokomarê Almanyayê û herwiha piştevaniya mirovî ya hikûmet û gelê Almanyayê bilind dinirxînin û zêdebarî pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir û şandina tîmên rizgarkirinê bo navçeyên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Di heman demê de em hêvîxwaz in ku helwêstên siyasî yên bo piştgirîkirina doza gelê me li Rojavayê Kurdistanê bêne standin bi taybetî ji aliyê Yekîtiya Ewropî, ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û derxistina komên îslamî yên tundrew û milîsên ser bi opozîsyona Sûriyê ve ya girêdayî Enqerê ji navçeyên Kurdî, û bidawîkirina proseya guhertina demografîk û siyasetên şovenîstî û nijadperestî yên li dijî gelê kurd û herwisa dîtina çareseriyeke rewa ji doza netewî ya Kurd re li Sûriyê.

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:36:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad