Telal Silo: Amerîkayê wesayîtên zirxî dan HSDê

Berpirs û gotebêjê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragehand, Amerîkayê wesayîtên zirxî dane HSDê.

31.01.2017, Sal - 18:37

Telal Silo: Amerîkayê wesayîtên zirxî dan HSDê
Nuçe Belav bike

Berpirs û gotebêjê HSDê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) Telal Silo ji Reutersê ragehand, Amerîkayê berî 4-5 rojan wesayîtên zirxî dane wan. Telal Silo diyar kir, Amerîkayê berî naha ti alîkariyeke waha nedaye wan, tenê çekên sivik û cebilxane ji Amerîkayê vergirtine û diyar kir: ‘’Bi hatina ser desthilatê ya Donald Trump ve alîkariya rêveberiya Amerîkayê ji me re berfirehtir bûye’’ li gor Telal Silo ew alîkarî nîşan dide ku rêveberiya Trump di piştevaniya li dijî terorê de alîkariyeke temamî dide wan.Derbarê hejmara wesayîtan de hîn ti agahiyeke zelal nîne. Herwaha ew alîkarî ji kûderê û çawa hatiye kirin di wê derbarê de jî ti agahiyek nehatiye dayîn. Lê li gor HSDê ew alîkarî kêm e.Telal Silo diyar kir, li hember DAIŞê di nav çend rojan de wê êrîşeke din bidin destpê kirin, lê pir agahî wê derbarê de nedan.Li gor çavkaniyên YPGê jî, di operasyona Reqayê de armanca wan bajar bi temamî dorpêç kirine. Pêvajoya nû de rêya navbera bajarê Reqayê û Dêyrazor bi temamî bidest xistine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:41:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x