Termên koçberên xeniqî yên Kobaniyê gihîştin Minbicê

Roja 3ê Cotmeha 2022an 2 belemên koçberan di navbera Cezayir û Ispanya de binav bûbûn û di encamê de gelek koçber xeniqîbûn, ku di nava wan de 12 welatiyên Kurd ên ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê hebûn..

09.11.2022, Çar - 14:07

Termên koçberên xeniqî yên Kobaniyê gihîştin Minbicê
Nuçe Belav bike

Termên koçberên Kurd ên xelkê Kobanî ku di rêya koçberiya ber bi Ewropayê de li peravên Cezayîrê xeniqîbûn, îro gihîştin bajarê Minbicê û dê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bo Kobaniyê bên veguhestin.

Termên wan koçberan duh bi rêya firokeyeke Qeterê bo Firokexaneya Beyrût a Lubnanê hatibûn şandin û paşê Heyva Sor a Lubnanê ew term li ser sînor radestî Heyva Sor a Sûriyê kiribûn.

Îro termên wan koçberan destpêkê gihîştin bajarê Helebê û li wê derê jî bi rêya ambulansan bo bajarê Minbicê hatin birêkirin.

Ji bo pêşwazî û wergirtina terman, bi dehan kes ji xizm û endamên malabtên wan koçberan ji Kobaniyê xwe gihandine Minbicê.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê û herwiha Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina termên wan koçberan amadekarî kirine û hejmarek ambulans ji bo veguhestina terman terxan kirine.

Li gor zanyariyan, termên wan koçberên ji Kobaniyê bo Nexweşxaneya Firat a Minbicê tên veguhastin û dê paşê ber bi Kobaniyê ve bên şandin.

Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê ragihandiye, 9 cenazeyên koçberên xeniqî yên ji Kobaniyê gihêştine nexweşxaneyê û derbarê nasnameya wan de jî daye xuyakirin, ew 9 cenaze yên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.

Roja 3ê Cotmeha 2022an 2 belemên koçberan di navbera Cezayir û Ispanya de binav bûbûn û di encamê de gelek koçber xeniqîbûn, ku di nava wan de 12 welatiyên Kurd ên ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê hebûn.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Herêma Firatê ya Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Şahîn pêştir gotibû, ew ciwan bi awayekî qaçax derbasî Cezayirê bûne, ji ber wê yekê jî vegerandina wan zehmet e û astengiyên yasayî hene, lê Rêveberiya Xweser dê bi rêya kanalên dîplomatîk hewla vegerandina cenazeyan bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x