TEV-DEMê dîsa bang li ENKSê kir: Em amade ne

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM/PYD) dîsa bang li Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li hev rûnên û xwe bo civînên Astanayê amade bikin.

12.01.2017, Per - 10:50

TEV-DEMê dîsa bang li ENKSê kir: Em amade ne
Nuçe Belav bike

Amadekariyên civîna Astanayê (paytexta Kazaxistanê), ku di navbera aliyên şerê Sûriyê de pêk tê, didomin. Tê pêşbînîkirin civîna Astana dawiya vê mehê de dest pê bike.

Her çiqas Tirkiyê dijîtiya xwe li hember tevlîbûna PYDê di civîna Astana de nîşan dabe jî lê Amerîka dibêje bila PYD tevlî bibe. Di vê naberê de TEV-DEMê cardin bang li ENKSê kir ku li hev rûnên û şandek hevbeş bo civîna Astanayê amade bikin.

Endamê rêveberiya TEV-DEMê Telal Mihemed li ser vê mijarê ji K24ê re axivî û got: “Em dîsa ji birayên xwe yên ENKSê re dibêjin ku em amade ne li ser maseyê guftûgoyan bikin. Bi kêmasî em karibin şandeke hevbeş ava bikin ji bo beşdariya kongireyên navdewletî yên ji bo pirsgirêka Sûriyê têne lidarxistin.”

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fêsel Yûsif jî li ser banga TEV-DEMê ji K24ê re wiha axivî: “Berî niha rêkeftin di navbera me û TEV-DEMê de hene û dîse em jê re amade ne, lê pêwist e li ser bingeheke wekheviyê be, nabe aliyekî siyasî li pey aliyekî din here û em amade ne hevdîtinan bikin. Berî niha jî di bin serpereştiya Serok Mesûd Barzanî de ku pirojeya netewî pejirandiye û danpêdaneke giştî pê hatiye kirin, rêkeftinên me hebûn. Em hêvîdar in di nêzîktirîn dem de ev rêkeftin pêk werin.”

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x