Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê ragehand, berpirsekî YPG bi operasyonekî hatiye kuştin.

24.10.2022, Pts - 08:56

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand
Nuçe Belav bike

Li gor heman çavkaniyê Saziya Îstîxbarata Mîlî (MÎT) a Tirkiyê li Sûriyê bo operasyonekî ve berpirsê Lîwaya Çavreş a YPGê Eyûb Yakut ku wek Amed Dorşîn tê naskirin bê bandor kiriye.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ku ji çavkaniyên ewlehiyê veguhestiye Eyûb Yakut sala 2010ê beşdarî PKKê bûye û piştre di sala 2013ê de derbasî çiya bûye û li Tirkiyê û Sûriyê kar kiriye.

Herwaha hat ragehandin, Eyûb Yakut piştî sala 2020ê li herêma Operasyona Kaniya Aştiyê ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê pêktîne de li hember hêzên ewlehiya Tirkiyê bûye berpirsê wê Lîwaya ku çalakiyan pêktîne.

Li gor heman çavkaniyê ji ber Eyûb Yakut çalakî li hember hêzên çekdarên Tirkiyê pêkanîne, ji aliyê MÎTê ve hatiye şopandin û li Herêma Şeddade bi operasyonekî hatiye bêbandor kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x