Artêşa Tirkiyê santrala avê ya li gundê Şiyûx ê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.
Artêşa Tirkiyê sentrala avê li gundê Şiyûx li rojavayê Kobanî topbaran kir, di encamê de 3 karmend birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Kobanî hatin birin, her wiha otomobîleke wan jî bi temamî hate şewitandin.
Nasnameyên karmendên ku birîndar bûne, Fadil Bazar ê 49 salî, Bozan Şêx Nebî ê 48 salî û Mislim Hemo yê 55 salî ye.
Ev demek e Tirkiye gefa êrîşa bejahî li Kobanî, Minbic û Til Rifetê dixwe û bi berdewamî gundên rojavayê Kobanî topbaran û bombebaran dike.