Tirkiyeyê navendeke MSDyê û mala kesekî sivîl bombebaran kirin

Navendeke Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Dirbêsiyê hat bombebarankiririn lê heta niha encam û ziyanên wê êrîşê nehatine naskirin.

26.12.2023, Sal - 18:23

Tirkiyeyê navendeke MSDyê û mala kesekî sivîl bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Navendeke MSD'ê li bajarê Dirbêsiyê hat bombebarankiririn lê heta niha encam û ziyanên wê êrîşê nehatine naskirin.

Herwiha malek jî li Dirbêsiyê hat bombebarankirin.

Li gorî zanyaryên xwecihiyî, îro derdora seat 20:00an droneke artêşa Tirkiyeyê navendeke Encûmena Sûriyeya Demokratîk li nahiya Dirbêsiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî heman zanyariyan, ew navenda MSDyê li nêzîkî firneya Dirbêsiyê bûye.

Herwiha her îro droneke Tirkiyeyê li rojhilatê Dirbêsiyê mala welatiyê bi navê Eşref El Kiya bombebaran kir.

Heta niha encam û zererên wan êrîşê nehatine zanîn lê tenê hatiye zanîn qurbanî hene.

Ji dema sê rojan ve êrişên Tirkiyeyê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê, zêde bûne.

Li gorî dawî amaran 8 kesan canên xwe ji dest daye û 18 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan sivîl in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:50:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x