YEKÎTÎ bersiva banga Aldar Xelîl da

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) bersiv da daxuyaniyên Aldar Xelîl û got: Divê beriya hemû tiştî Rêveberiya Xweser girtiyên siyasî berde.

24.12.2016, Cts - 18:51

YEKÎTÎ bersiva banga Aldar Xelîl da
Nuçe Belav bike

ndamê Desteya Rêvebiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl doh li bajarê Amûdê yê Rojava di 14emîn Kongreya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê (PÇK-S) de axivî. Xelîl di axaftina xwe de rexne li partiyên Kurd ên ku digel muxalîfên hikûmeta Sûriyê cî girtine kir û bêyî navê partiyan bide bang li partiyên ENKSê kir ku ji bo xebatên xwe vegerin Rojava û ligel wan rêkeftinê bikin

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) Hesen Salih ragihand ku beriya hemû tiştan divê PYD girtiyên siyasî yên di zîndanên xwe de berde. Herwiha dest ji kiryarên xwe berde. Wê demê dê rê ji bo danûstandinan vebe.

Hesen Salih da zanîn, ku nabe PYD îradeya xwe li ser aliyên din ferz bike û got; "Di vê qonaxa metrisîdar de ev helwest nahêle pirsgirêk bên çareserkirin." Salih eşkere kir, ku ew amade ne li ser xeta xwe ya neteweyî danûstandinan ligel TEV-DEM û PYDê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x