YPG: Tirkiye bi firokeyê êrişî Rojava kir

Navenda Çapemeniya YPGê derbarê êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Tirkiye bi firokeya tîpa kobrayê êrişî ser Rojava kiriye.

27.02.2017, Pts - 13:15

YPG: Tirkiye bi firokeyê êrişî Rojava kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê de tê gotin ku êriş û binpêkirinên Tirkiye û komên girêdayî wan ên li dijî xaka Rojava berdewam dikin.

Herwiha tê amajekirin ku di 26ê Sibatê de saetên piştî nîvro de artêşa tirk ji herêma gundê Zehre ya girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê sînora Rojava bin pê kiriye. Piştî êrişê şervanên YPGê li ser leşkerên tirkan ên tevî panzerek ketibûn

Rojava de girtin û fîşekên hişyariyê avêtin.

Di dirêjahiya daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku di heman rojê saet 21.00an de helîkopterek bi tîpa kobra ya ayîdî artêşa tirkli ser li ser deriyê Til Koçer ket Rojava û herêma Til Elo ya girêdayî Çil Axa bombebaran kir. Piştî bombebaranê hêzên

YPGê derbasî cihê bûyerê bûne û bi çekên esmanî bersiva wan dane.

Herwiha li gorî daxuyaniyê artêşa tirk û hêzên girêdayî wan di heman şerê de bi tang û topên hawanê êrişî ser gundê Maranez û Vîla Qadî ên bi ser Efrînê. Lê hêzên girêdayî YPGê bersiva van êrişan dane.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 996 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x