Zirxpoşeke artêşa Tirkiyê li Helebê jinek û zarokek kuştin

Roja Duşemê, zirxpoşeke serbazî ya artêşa Tirkiyê pîrejinek û zarokek li bajarokê Etarib li rojavayê Helebê kuştin.

06.12.2022, Sal - 07:57

Zirxpoşeke artêşa Tirkiyê li Helebê jinek û zarokek kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema 2 zirxpoşên serbazî yên Tirkiyê li nav bajarokê Etarib digeriyan, yek ji wan li pîrejinekê û zarokekê daye û herdu di cih de kuştine.

Piştî bûyerê hejmareke zêde ya xelkê bajarokê Etaribê li zirxpoşên artêşa Tirkiyê kom bûne û dane ber keviran.

Lê Asayişa Giştî ya ser bi Desteya Tehrîr el-Şam ve, an ku Cebhet el-Nusreya berê, wesayîtên artêşa Tirkiyê ji xelkê parastine.

Li aliyê din Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye îdia kir ku bûyer li bajarokê Etarib ê Helebê qewimiye, dema 2 wesayîtên zirxî yên Tirk di nav bajêr re derbas dibûn. SOHRê diyar kir ku piştî mirina jinek û zarokekê, xelkê bi hêrs li dora konvoyê kom bûne da ku nehêlin ew ji bajarok derkevin.

Heta niha ji aliyê Tirkiyê ve di derbarê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

SOHRê da zanîn ku ev ne bûyereke yekcarî ye, ji ber ku zarokek di 3yê Mijdarê de li bajarê Sari Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê wesayîteke leşkerî ya Tirk ve hatibû kuştin.

Welatiyan gazinan ji awayê derbasbûna wesayîtên Tirkiyê li bajar û gundên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x