6 partiyên kurdên Eyaleta Kurdistanê ya Rojhilatê di derbarê hilbijartinên serokomarî û encûmena gund û bajarên Îranê de biryara boykotkirinê da.
6 partiyên kurd ên Rojhilatê îro li baregeha Hizbî Komunîstî Kurdistana Îranê civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de biryara xwe ya di derbarê Îranê di derbarê hilbijartinên serokomarî û gund û bajarên Îranê de de eşkere kirin.
Wan partiyên kurdan di daxuyaniya xwe ya hevpar de ragihand ku ji ber ew hilbijartin di rewşeke xeyrî demokratîk û ne azad de bi rêve diçin, ew ê wan hilbijartinên serokomarî û gund û bajarên Îranê boykot bikin. Her wiha aliyan ji kurdên Îranê jî xwestin ku roja hilbijartinan neçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar neyinin.
Di nava wan her 6 partiyên kurd ên Îranê de Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran (PDK-Î), Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşanên Kurdistana Îranê, Komele-Rêxistina Kurdistanê, Hizbî Komunistî Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê cih digirin.
Tê zanîn ku li Îranê hilbijartinên serokomarî û encûmena gund û bajaran wê di 19ê Gulana 2017an de were lidarxistin.